48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-12-12 21:47:00   WAN- 48 kesên ku di meşa li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TÛHAD-FED) li Wanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî hatibû lidarxistin. 48 kesên di vê meşê de hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên li nexweşxaneyê hatin berdan.