Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê 2022-12-12 18:28:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan ku ji bo beşdariya li danişîna doza endam û rêveberên girtî yên GOÇÎZDER'ê bang kirin, gotin: "Parastina mafan ne sûc e."    Ji bo xwedîderketina li danişîna doza endam û rêveberên girtî yên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhatê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Parastina mafan ne sûc e" nivîsandî hat vekirin. Rêveberê Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhatê Ahmet Guler metna daxuyaniyê xwend.    Guler di daxuyaniyê de diyar kir ku bi destê darazê dengê parastvanên mafan tê tepisandin û got ku bi avaêtina ser komeleyê û biryara veşarî ya li ser dosyeyê hevalên wan tên krîmînalîzekirin. Guler destnîşan kir ku bi agahiyên şaş ên ku ji rojnameyên wekî Sabah, Hurriyet, Yenî Şafak û yên din û organên çapemeniyê yên wekî A Haberê re hatine ragihandin li hemberî wan kampanyaya reşkirinê hatiye çêkirin.    Guler di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku parastvanên mafan ji ber xebatên xwe hedef hatine girtin. Guler bilêv kir ku parastina mafan ne sûc e û xwest ku hevalên wan bên berdan.    AMED   Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê jî ji bo beşdariya li danişîna doza 16 endamên GOÇÎZDER'ê ku di 11'ê Hezîranê de hatibûn girtin li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Azadî ji bo parêzvanên mafan" nivîsandî hat daliqandin. Komeleya 78'an, Komîsyona Koçberiyê ya HDP'ê, SES, OHD, Odeya Bijîşkan a Amedê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Komeleya Şopandin û Lêkolînkirina Koçberiyê ya Mezopotamyayê Fatma Gulan Onkol axivî. Onkolê bibîr xist ku li ser dosyeyê biryara veşarî heye û got ku bi vê biryarê xebatên komeleyê tên krîmînalîzekirin.    Onkolê bibîr xist ku dê danişîna dozê di 13, 14 û 15'ê Kanûnê de li Edliyeya Çaglayanê bê lidarxistin û got ku parastina mafan ne sûc e. Onkolê destnîşan kir ku hevalên wan ên hatine girtinê parêzvanên mafên mirovan e û xwest demildest bên berdan.   STENBOL   Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî beriya danişînê li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser  "Azadî ji bo parêzvanên mafan" nivîsandî hat daliqandin. HDK, HDP, MATÛHAYDER, DEV-YAPI-ÎŞ û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.    Rêveberê GOÇÎZDER'ê Parêzer Ahmet Baran Çelîk metna daxuyaniyê xwend. Çelîk destnîşan kir ku hevalên wan parêzvanên mafên mirovan e û got: "Demildest divê hevalên me bên berdan."    TÛHV'ê jî li Nûnertiya Stenbolê ya TÎHV'ê ya li navçeya Şîşliyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Parêzvanên Mafên Mirovan NayêN Darizandin" nivîsandî hat vekirin. Serokê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalciî Sekretera Giştî ya OHD'ê Rengîn Ergul, parêzerê doza GOÇÎZDER'ê Ahmet Baran Çelîk, Rêxistina Efûyê, Navenda Bîrê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî û ÎHD'ê tevlî daxuyaniyê bûn.    Bakkalci ku di daxuyaniyê de axivî, got ku doza heyî dozeke dijhiqûqî û kêfî ye. Damla Ûgantaş ku li ser navê Rêxistina Efûyê û Bûrcû Bîngollu jî ku li ser navê Navenda Bîrê axivîn, destnîşan kirin ku ew ê pêvajoya dozê ji nêz ve bişopînin.