Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin 2022-12-12 15:35:29   AMED – Danişîna doza teqîna Pasûr a Amedê ku di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û hevşaredarên Pasûrê jî di nav de 8 kes jê tên darizandin, hate taloqkirin.    Di 12’ê îlona sala 2019’an de li Taxa Beyrok ê Pasûr a Amedê teqînek çêbû û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî teqînê doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Bi hinceta ku wesayîtên şaredariyê beriya teqînê li taxê xebat meşandine, derheqê Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û Hevserokê HDP’a navçeyê Mehmet Abîdîn Karaman, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay, endamê Meclisa Şaredariya Pasûrê Yucel Çete, operatorê kemçeyê Umît Fîdan û Kendal Barut de doz hatibû vekirin. Her 8 kes jî bi îdiayên “propagandaya rêxistinê”, “bi plankirî kştine, madeyên talûke bêyî ku destûrê bigirin li cem xwe hiştine û dane kesên din”, “Xerakirina yekitî û yekparetiya welêt”, “Pesindayîna sûc û sûcdar” û “Kuştina bi rêya şewat, av, texrîb, noqkirin, bombekirin an jî bi çekên biyolojîk û kîmyewî” tên darizandin. Ji bilî Kendal Barût, tu kes tev li danişînê nebû.    DAXWAZA PARASTINA RÛ BI RÛ HATE REDKIRIN   Kendal Barût, ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Barût, parastina xwe bi kurdî kir û xwest ku êdî parastina xwe ne bi rêya SEGBÎS’ê lê rû bi rû bike. Lê dadgehê ev daxwaz red kir. Serokê dadgehê got ku heke parastina xwe neke, dê weke “mafê bêdengmayînê” binirxîne. Barût, da zanîn ku 2 îdianameyên nû yên derheqê wî de jê re nehatine şandin û got ku dê di rûniştina din de parastina xwe bike.    Parêzera Barût, Gozde Ergîn jî diyar kir ku ji îdianameyên derheqê miwekîlê wî de hatine amadekirin yek jê ji wê re nehatiye şandin û wiha got: “Lewma jî miwekîlê min mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar nayîne. Dixwaze ku parastina xwe rû bi rû bike. Ez dixwazim ku îdianame ji miwekîlê min re bên şandin û di rûniştina din de jî parastina xwe bike.”    Dozger jî xwest ku biryara şertê kontrola edlî ya derheqê bersûcan de û rewşa girtî ya Barût bidome.  Parêzerên bersûcên din Mehmet Emîn Aktar, Mehmet Oner û Suleyman Kaya jî xwestin ku şertê kontrola edlî ya li ser miwekîlên wan were rakirin.    Dadgehê biryar da ku rewşa girtî ya Barût û şertê kontrola edlî ya bersûcên din bidome. Her wiha biryar da ku ji bo Barût di rûniştina din de li ser SEGBÎS’ê bê amadekirin, ji girtîgeha lê dimîne re muzekkere were nivîsandin û danişîn taloqî 22’yê sibatê hat kirin.