Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn 2022-12-12 11:16:47   MÊRDÎN - Bi hinceta ku fatûreya Mizgefta Dînarî Pamûk a dîrokî nehatiye dayîn, ceyrana wê hate birîn.    Ceyrana Mizgefta Dînarî Pamuk a dîrokî ya li navçeya Artuklu ya Mêrdînê hate birîn. Ceyranên mizgeftê ev hefteyeke hatiye birîn û sedema wê jî nedayîna fatûreya ceyranê ya 50 hezar TL hate nîşandan. Ji ber ku ceyran hatiye qutkirin, xelk neçar dimîne ku di tariyê de nimêjan bike û bertek nîşanî Miftitiya Bajêr da. Welatiyan da zanîn ku melayeke neguher li mizgeftê nîne û wiha bertek nîşan dan: “Her roj mela diguherin. Yên ku nû dest pê kirîn dişînin. Ew jî heta demekî dimînin û piştre diçin.”    Esnafan da zanîn ku ji bo vekirina ceyranê serî li DEDAŞ’ê dane lê encameke erênî jê derneketiye û wiha gotin: “Ya ku ji destê me tê em dikin. Lê em jî bi têrî nakin. Em nikarin fatûreyên xwe jî bidin. Divê miftitî di vê mijarê de tiştekî bike.”