Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe 2022-12-12 10:34:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan da zanîn ku bi ser girtina wan re 6 meh derbas bûn lê hêj jî îdianameya wan nehatiye amadekirin û wiha got: “Divê were zanîn ku heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe û heta piştevanî nebe jî serkeftin nabe.”    Di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Piştî pêvajoya binçavkirinê ya 8 rojan, her 22 binçavkirî jî di 16’ê hezîranê de sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Ji rojnamegerên sewqî edliyeyê hatin kirin Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Ji rojnamegeran Gulşen Koçuk, Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ku ji 16’ê hezîranê heta niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin, têkildarî pêvajoya girtinê ya 6 mehan nivîsek nivîsand.    Altan, got ku li gel ku bi ser girtina wan re 6 meh derbas bûne jî hêj îdianame nehatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Ji Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê ez we tevan bi rêz û hurmet silav dikim. Spasiya hemû dost û rêhevalên xwe dikim ku bi meha ye dilê wan bi dilê me re lê dide û ji bo azadiya me ketine nava hewldanan.    Weke ku tê zanîn bi ser operasyona li dijî me û saziyên me re 6 meh derbas dibin. Mixabin ev 6 meh in em ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û di nava çar dîwaran de tên ragirtin. Bêhiqûqiyên li pey hev ên piştî operasyona derhiqûqî, bi girtina me bi encam bû. Di pêvajoya 8 rojên binçavkirinê de hewl dan derheqê me de tawanbaweriyên bêbingeh biafirînin. Dema ser gihiştin ku nikarin bi ser kevin, wê demê jî biryara nepeniyê bo dosyaya me dan û hewl dan heqîqetê veşêrin û rastî neyê zanîn. Kamerayên saziyên ku em lê dixebitiyan, wênekeş, kompûter û hwd. weke ‘alavên sûc’ hatin nîşandan û bi vê yekê hewl dan rojnamegeran krîmînalîze bikin. Lê belê bi vê rewş û bizava xwe re tenê ketin rewşeke pêkenok ku weke henekên xwe bi aqilê mirovan bikin. Di dawiya dawî de ji 22 kesên hatine binçavkirin 16 jê rojnameger hatin girtin, saziyên me yên ku bi ser de girtibûn mehekê di bin dorpêçê de hiştin û xebatên hevalên me yên din hatin astengkirin.    HEJMARA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ ZÊDE DIBE   Me diyar kiribû ku bi ser van bêhiqûqiyan re 6 meh derbas bûne. Baş e lê di van 6 mehan de çi bû û çi nebû? Gelo bi girtina me re tiştek sererast bû yan jî ma her tişt baştir bû? Berevajî vê, piştî girtina me rewşa welat a xerab hêj xerabtir bû. Di mijara azadiya raman û xweîfadekirinê de hêj bêhtir paşde ketin. Lêpirsîn, doz û cezakirinên derheqê rojnamegeran de her ku çû zêdetir bûn. Hejmara rojnamegerên têne girtin roj bi roj zêdetir bû. Herî dawî di encama opearsyoneke navend Enqere de 9 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Bi ‘Qanûna Dezenformasyonê’ ku li Meclisê hate qebûlkirin re êdî ne tenê rojnameger lê ji bo zordestiya li ser civakê pêngava herî dawî avêtin. Êdî li ser her welatiyekê ku dixwaze di mijarekê de fikr û ramanên xwe vebêje xetere heye. Weke ku di mînaka Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci de jî tê dîtin, dema gotineke herî biçûk a bi xweşiya wan naçe tê kirin an jî daxuyanî û rexneyek, demildest dê bikevin nava van hewldanan.    LI SER HEMÛ DERDORÊN CIVAKÊ GEF HEYE    Di rewşeke ku aborî di halekê wiha kambax de, heta dema kesên rexneyan li vê rewşê dikin jî dibin hedef. Di halê hazir de aboriya welêt, di dîroka xwe de nebaştirîn rewşa xwe dijî. Di pêvajoya ku xwe li şer germ dikin de di her qadê de zext û êrişan dibin ser kurdan û hewl dan neçareriyê hîn kûrtir bikin. Êrişên li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê, lûtkeya van polîtîkayên şer e. Êrişa bombeyî ya li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê ku raste rast kiryareke çeteyan e, nîşan da bê ka îktîdara AKP-MHP’ê ji bo şer çavên xwe çiqasî sor kirine. Hewldanên ji bo şilokirina rastiyan û hewldanên li dijî qada dijîtal, raste rast hewldana bi mebesta veşartina rastiyan bû. Di vê serdemê de ku qada polîtîk bi qasî ku were kirin tê tengkirin, gavên li dijî muxaletê êdî vediguherin hewldanên hişk û tund. Bi taybet jî di serî de HDP, êrişên li dijî kurdan û derdorên çep-sosyalîst her ku diçe zêdetir dibin. Hewl didin saziyên rêxistinên civaka sivîl bêbandor û tune bikin. Mîna tundiya li dijî jinan a di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de hatiye kirin, em dibînin ku îktîdar di nava hewldanan de ye ku mafên jinan û destkeftiyên wan tune bike. Bi kurt û kurmancî gefeke wiha li ser tevahiya derdorên civakê heye.    HEQÎQETÊ VEDIŞÊRIN    Ev geşedan û qewimîn tevek nîşanî me didin bê ka ji hewldanên bêperwa yên li dijî rojnamegeran bi çi mebestê tên kirin. Dixwazin ku ev tiştên diqewimin û tên jiyîn kesek jê hay nebe. Dixwazin ku rastî di tariyê de bimînin û kesek bi heqîqetê nezane. Dema rojnameger bi darê zextê hatin bêbandorkirin, wê demê kar û barê wan hêsantir dibe û bingehek amade dibe ku civakê li gorî dilê xwe manîpûle bikin. Sedem ev e ku em 6 meh in girtî ne û bi dehan hevalên me bi salan e di girtîgehê de tên ragirtin û rojnameger tên darizandin û cezakirin.    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Li gel ku bi ser girtina me re 6 meh derbas bûn jî hêjta îdianame nehatiye amadekirin. Anku em hêj nizanin bê ka bi çi tên tawanbarkirin. Lê daxwaza me ew e ku ev yek were zanîn; hemû tawanên li me tên kirin hêj ji niha ve tu hukmê wan nîne. Ji ber vê jî divê em di zûtirin demê de bên berdan. Ne tenê em lê divê hemû rojnameger di zûtirin demê de azad bibin. Hêviya me ji rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, hempîşeyên me û tevahiya raya giştî ew e ku di vê mijarê de bêhtir hestiyar tevbigerin. Divê were zanîn ku heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe û heke piştevanî nebe wê demê serkeftin jî nabe. Ez we tevan careke din bi rêz û hurmet silav dikim.”