Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e 2022-12-11 14:49:03   AMED - Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê li Amedê hat protestokirin. Çalakvanan diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd muxatab Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û polîtîkayên şer, bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê li Amedê hat protestokirin. Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê û gelek welatî li Çerxerêya Oryil a li hêla Parka Koşuyoluyê, li Bîrdariya Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê û li Batikentê kom bûn. Ji bo ku girse negihije hev, polîsan hemû rê dorpêç kirin.    Girseya ku bertek nîşanî dorpêça polîsan da, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Ciwanekî bi gotinên “Em vê zilmê qebûl nakin, hûn dê li dadgehan bên darizandin” bertek nîşanî dorpêça polîsan da.      Her wiha xizmên girtiyan jî tev li çalakiyê bûn. Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ku ev demeke Nobeta Edaletê digire jî wiha got: “Tekane daxwaza me edalet e. Ji bo ku bêedaletiya li Tirkiyeyê bi dawî bibe em îro hatine vê derê.”  Ji xizmên girtiyan dayika Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî got ku tekane daxwaza wan edalet e.    OZSOY: HÛN DÊ BÊN DARIZANDIN      Her wiha Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Hûn dê bên darizandin. Komara Tirkiyeyê dewleta polîsan e. We li pêş çavên min li jinan xist.”    ‘MUXATAB OCALAN E’    Tevî dorpêça polîsan jî girse piştî demekî dirêj li noqteyên cuda yên rê hate ba hev. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan li vê derê axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku malbat û parêzerên birêz Ocalan biçin serdana wî. Daxwazeke me ya taybet tune ye. Mafê her girtiyekê li girtîgehên Tirkiyeyê çi bin, em jî wan mafan dixwazin. Mafê hevdîtinê yê birêz Ocalan heye. Niha zilm û heqareteke mezin heye. Li dijî gelê Amedê zilmeke mezin heye. Li her deverê tecrîd heye û hêj didome. Hewl didin bi rêya tundiyê vîna gelê Amedê têk bibin. Bi sedan sala ye vîna Amedê têkneçû. Em qebûl nakin ku rêberê vî gelî bê tecrîdkirin. Em dibêjin ku muxatabê herî mezin birêz Ocalan e. Daxwaza gel pir zelal e.”    DI BIN DORPÊÇÊ DE DAXUYANÎ DAN     Her wiha Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî di bin dorpêçê de bang li girseyê kir û wiha got: “Ziravê wan diqede. Weke ku hûn jî dibînin her dever di bin tecrîdê de ye. Tevahiya cîhanê faşîzm û daxwaza we ya şer dibîne. Hemû dinya dizane ku hûn faşîst in. Hewcehî nîne hûn mertalên xwe bilind bikin.” Di dema axaftina xwe Aydenîz de polîsan hewl dan ku rojnameger dîmen û wêneyan nekişînin û ji bo vê jî mertalên xwe bilind kirin.    Welatiyên li derveyî dorpêçê jî bi gotinên “Hûn gel aciz dikin, ew wekîlên me ne” bertek nîşanî polîsan dan.    DU KES HATIN BINÇAVKIRIN    Di dema meşê de rêveberê HDP’a Êlihê Yakup Orak û rêveberê Rêxistina Navçeya Navendî ya DBP’a Êlihê Hayrettîn Degîrmencî hatin binçavkirin.