Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin 2022-12-11 12:16:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî gundên Girê Spî û Eyn Îsayê de welatiyê 61 salî yê bi navê Salih Elî Selame hate qetilkirin.    Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê duh gundên Girê Spî û Eyn Îsa yên nêzî eniyên şer bi çekên sivik û giran topbaran kirin. Hat zanîn ku welatiyê bi navê Salih Elî Selame yê 61 salî dema li nava erdê xwe dixebitî, bû hedefa êrişan û hate qetilkirin. Cenazeyê Selame li Goristana Bîr Seran hate veşartin.    Salih Selame ji şêniyên gundê El Hiwêce ye ku 7 kîlometreyan li rojhilatê bajarokê El Hîşe yê Eyn Îsayê ye.    Bi vê yekê re hejmara kesên ji 9’ê cotmeha 2019’an heta niha di êrişên dewleta tirk ên li dijî Girê Spî û Eyn Îsayê de hatine qetilkirin derket 28’an. Her wiha di êrişan de herî kêm 77 welatî jî birîndar bûne.