Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin 2022-12-11 11:52:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji rojnamevan û nivîskarên naskirî yên kurd ê li Swêdê Kurdo Baksî ji aliyê Kulûba Weşangeran a Swêdê ve hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hate dîtin.   Xelata Azadiya Îfadeyê ya David Isak a Swêdê her sal ji kesên ji bo azadiya çapemeniyê, îfadeyê, demokrasî û azadiyê têdikoşin tê dayîn. Îsal jî rojnamevan û nivîskarê kurd Kurdo Baksî hêjayî xelastê hate dayîn. Xelat hêjayî 10 hezar kronê Swêdê ye.   Jûriyê bi minasebeta xelatê wiha got: “Kurdo Baksî bi dehan salan ji bo azadiya gotinê û nirxên mirovî mîna meşaleyekê bêtirs û bi xurtî têkoşiya. Lewma hêjayî xelatê hatiye dîtin."   Têkildarî xelatê Kurdo Baksî jî ji medyaya Swêdê re axivî û ev tişt anî ziman: “Ez ê xelata xwe ya pere ji bo çalakî û xwepêşandanên azadiya îfadeyê yên li dijî rejîma Erdogan bi kar bînim. Ji aliyekî ve Swêd ji ber têkoşîna min xelata azadiya îfadeyê dide min, li aliyê din jî rejîm û alîgirên Erdogan min bi dilxwazê terorê sûcdar dikin. Ya rast cîhan tev dizane ku dilxwazê rasteqîn ê terorê, rejîma Erdogan e.”