Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde 2022-12-11 09:00:48   AMED - Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdiyê diyar kir ku destdirêjiya li hin cemaet û terîqetan ji ber polîtîkayên bêcezatiyê yên dewletê rû dide û wiha got: "Dewlet divê dest ji piştgiriya ji bo van derdoran û rewakirina bûyerên li van deran diqewimin berde."    Damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxayê Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi "mehra dînî" bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand. Vê yekê destdirêjî û sûcên destdirêjiyê careke din kir rojev. Her wiha pêşniyazpirsên partiyên muxalîf ên berpêşî meclisê hatin kirin jî hatin redkirin û zimanê desthilatê û derdora wê ku cesaretê li kiryaran bar dike jî bûn cihê bertekên tund. Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Derya Yanik têkildarî bûyera li Weqfa Hîranûrê gotibû: "Tahde li jinê, destdirêjiya li zarokan ne mijara siyasetê ye. Ev ne ew mijar in ku di ser wan re siyaset bê kirin." Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê ya berê Sema Ramazanoglûyê jî ji bo destdirêjiya li zarokan a li Karamanê gotibû, "Ji carekê tiştek dernayê."    Seroka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdî destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê dibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî.    ‘ENCAMA POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE'   Hamîdî diyar kir ku destdirêjî û polîtîkaya bêcezatiyê piralî ne û wiha got: "Ez vê wekî polîtîkaya dewletê şîrove dikim. Di heyameke wisa de ku tundî  li her derê belav bûye, destdirêjî jî tundiyek e. Ev qasî zêdebûna vê destdirêjiyê, encameke polîtîkaya dewletê ye. Lewre çendek berê Wezîrê Malbatê daxuyaniyek dabû û gotibû ev di ser siyasetê re ye û divê di vê çaçroveyê de bê nîqaşkirin. Di heyameke wisa de ku her tişt polîtîk bûye, divê em vê li wan deran biaxivin. Lewre vekolandina destdirêjiyê, tespîtkirina wê, li dijî vê tevdîrgirtin û piştgiriya ji bo mexdûr peywira Wezareta Xizmeta Malbat û Civakê ye. Lewma ez wisa difikirim ku gotinên wan, feraseta civakê û pasîfbûna mekanîzmayên darazê destdirêjiyê zêde dikin."    Parêzer Hûrîye Hamîdî   Bi domdarî Hamîdî destnîşan kir ku bi taybetî li cemaet û terîqetan mekanîzmaya venihêrînê tune ye û ev tişt anî ziman: "Bi taybetî di bûyerên li terîqetan de an jî di bûyerên ku tiliya meleyan di wan de, em dibînin ku mekanîzmayeke venihêrînê tune ye. Lê bereksê vê em dibînin ku zimanekî ji bo parastina van kesan û rewakirina liv û tevgera wan tê bikaranîn. Tişta divê bê kirin têkoşîn e, di warê têkoşîna li dijî destdirêjiyê de. Gava li cihên bi vî rengî bûyerên bi vî awayî rû bidin, divê bê lêkolînkirin ka zarokên din jî rastî tiştekî wiha hatine yan na. Lê bi qasî ku em di çapemeniyê de dibînin, kiryar ji peywirê nehatiye girtin, mele li ser karê xwe ye an jî sewqî cihekî din hatiye kirin.    DIVÊ DEWLET DEST JI PIŞTGIRIYÊ BERDE   Tiştên bi vî rengî, divê mirova wan derî zimanê siyaseta heyî nenirxîne. Em ji wezîra berê dizanin ku gotibû 'ji carekê tiştek dernayê'. Ev, bû sedem ku rewş were vê astê. Di bûyerên terîqetan û cihên giştî yên bi vî rengî de, tişta divê bê kirin ewilî divê ew der bê vekolandin. Ev bûyer divê bên vekolandin ku em zanibin bê zarok li wan deran rastî çi tên."    Di berdewamê de Hamîdî bi lêv kir ku dewlet divê dest ji piştgiriya ji bo van derdoran û rewakirina bûyerên li van deran diqewimin berde.    Hamîdî bibîr xist ku di serî de Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di mewzûatê de gelek hukmên ji bo parastina zarokan hene û got ku bi taybetî di warê destdirêjiyê de du peymanên bingehîn hene ku zarokan diparêzin û ew jî Peymana Stenbolê û Peymana Lanzoreteyê. Hamîdî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet di warê têkoşîna li dijî destdirêjiyê de divê gavên micid biavêje. Lê heke hûn rabin Peyaman Stenbolê bi awayekî dijhiqûqî fesh bikin û Peymana Lanzoreteyê ku zarokan ji detdirêjiyê diparêze dem bi dem nîqaş bikin, hûn ê di warê têkoşîna li dijî destdirêjiyê de paş de bimînin. Beriya her tiştî divê ev peyman bi awayekî çalak bên sererastkirin."    Herî dawî jî Hamîdî wiha derbirî: "Li Tirkiyeyê di vî warî de pirsgirêka herî mezin nebûna pergaleke parastinê ye. Zarok di nava pergalê de winda bûye lê haya me jê tune ye."    MA/ Eylem Akdag