Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin 2022-12-10 17:08:50   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku girtiyê nexweşê giran Emîn Guven ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e û banga berdana bilez kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 431’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nikare were astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hate daliqandin. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Emîn Guven ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin.    Çevîrmen, diyar kir ku Emîn Gûven di sala 2016’an de hatiye girtin û ew xistine Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2’yan a Sîncanê û got ku Guven beriya bikeve girtîgehê nexweşiyeke wî ya kronîk tune bû û piştî ku ket girtîgehê pirsgirêkên wî yên tenduristiyê derketin holê. Çevîrmen da zanîn ku pêvajoya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya derbarê Guven de dê di 28’ê mijdarê de dest pê bike lê ji ber kêmasiya belgeyan ev pêvajo her tim tê taloqkirin û anî ziman ku Guven bi lez û bez sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê kirine û di heman rojê de ew birine nexweşxaneyê.    DAXWAZA BERDANA BILEZ   Çevîrmen, bi lêv kir ku Guven ê di 8’ê kanûnê de aciz bû rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê û da zanîn ku Guven ê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e, tevî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê gelek cidî ne jî nayê berdan û banga berdana wî ya bilez kir.