Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin 2022-12-10 14:38:04   WAN - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî yê ji bo meşa ku wê di 12’ê kanûnê de li Wanê li dijî tecrîd û polîtîkayên şer pêk were bang kir, diyar kir ku bêyî şikandina tecrîdê vebijêrka çareseriyê nikare were nîqaşkirin.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclisa Dayikên Aştiyê, dê bi boneya protestokirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, di 12’ê kanûnê de li Wanê meşeke girseyî li dar bixin. Xebatên ji bo meşê tên kirin li navçeyên cuda yên Wanê berdewam kirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Ebexê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li navçeya Westanê, parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li navçeya Şaxê bi gel re civiyan.    ‘MAFÊ ME YÊ BERXWEDANÊ HEYE’   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û şandeya pê re li navçeya Ebex û gundên wê bi gel re civiyan û serdana malan kirin. Ozturk, bi lêv kir ku gelê kurd nasname, ziman û azadiya xwe dixwaze û wiha got: “Lê li dijî vê yekê dibêjin ‘dewlet em in’ û li dijî hemû daxwazên kurdan polîtîkayeke êrişê dimeşînin. Ji bilî xwe destûrê nadin ku kes bijî. Li dijî pergala ku me tune dihesibîne mafê me yê berxwedanê heye. Hûn lê dinerin çekên kîmyewî bikartînin. Ji bo ku kurd bimirin kesên difiroşin jî kesên dikirin jî memnûn in. Dixwazin erdnîgariya kurdan tune bibe. Ev polîtîkayeke sistematik e. Em 50 sal in li ber xwe didin û berdelan didin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Pêşengê vê berxwedanê jî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdûllah Ocalan e.”   ÊRIŞÎ KURDÊN AZAD DIKIN   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û şandeya pê re jî li navçeya Westan û gundên wê bi gel re civiyan. Bayindir ê li vir axivî, geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin. Bayindir, da zanîn ku desthilata AKP’ê û MHP’ê êrişî gelê kurd dike û wiha got: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê îro êrişî hemû herêmên Kurdistanê dike. Ji Rojava heta Herêma Kurdistana Federe û heta zindanan êrişî her derê dike. Em ê wan bişînin, em ê bi gelê xwe re têbikoşin û wan di demekî kurt te bişînin.” Bayindir, gel vexwend meşa ku di 12’ê kanûnê de were lidarxistin.    ‘RÊYA ME RÊYA SÊYEMÎN E’   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî û şandeya pê re jî li gundên li herêma Êzdînan a navçeya Şaxê bi gel re civiyan. Temellî diyar kir ku hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, çandî û civakî yên li Tirkiye û Kurdistanê ji hikûmetê pêk tên û ji bo çareseriya mayînde ya hemû pirsgirêkên tên jiyîn pêwîst e hikûmet were guhertin. Temellî, destnîşan kir ku guhertina desthilat û pergala ceberut ji têkoşîna hevpar re derbas dibe û wiha got: “Qadên me yên jiyanê tên bombekirin. Tiştan ji destê gel digirin û bombeyan pê dikirin. Dikujin û ji cih û war dikin, mafên wan ji wan distînin û dest deynin ser. Dema ku em hatin cem hev û ev têkoşîn mezin kir wê hemû pirsgirêk bi dawî bibin. Ji ber vê yekê heta ku ev pergal neyê guhertin şensê me yê ji van şertan xelasbûnê nîne. Ji ber vê yekê rêya me ne rêya wî ne jî rêya yên din e rêya me rêya sêyemîn e. Rêya me rêya hişmendiya neteweya demokratîk e.”   ‘DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN’   Temellî, bi lêv kir ku ji bo tecrîdê vebêjin bi gel re dicivin û wiha berdewam kir: “Ez qala çareseriyekê dikim, an ku qala birêz Abdûllah Ocalan dikim. Ev vebijêrk heye, çareseriyek heye lê ji bo vê çareseriyê pêk bînin divê gaveke xurt biavêjin û tecrîdê bişikînin. Divê em tecrîdê bişikînin ku ev vebijêrk were axaftin û bigihe her kesên ku ji vê çareseriyê bêagahdar. Ji bilî têkoşîna li dijî tecrîdê, zextê û tundiyê tu çareya me nîne.”   Şandeyê pişt re serdana gundên li herêmê kir.