Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin 2022-12-10 12:41:18   AMED - Serpel ê Fermandarê Cendirmeyan a Erxenî yê berê Ahmet Eren û çawişê pispor ji ber ku herî kêm 600 hezar lîre bertîl xwarine hatin girtin.    Li navçeya Erxenî ya Amedê di navbera salên 2017-2018’an de cerdevanan girtin kir. Hat zanîn ku di dema cerdevan girtine kar de bertîl hatiye xwarin. Serpel ê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê yê berê Ahmet Eren jî di nav de 38 kes ji ber ku di dema girtina kar cerdevanan de bertîl xwarine hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, çend roj berê 38 kes hatine binçavkirin. Ji van 38 kesan, 36 kes piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.    Serpel Ahmet Eren û çawişê pispor Soner Eren ê ê li Fermandariya Leşkeriyê ya Mêrdînê wezîfedar e, ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya “xwarina bertîlê” hatin girtin. Hat zanîn ku biryara veşarî li ser dosyeyê didome û her du leşkeran beramberî ku kadro bidin cerdevanan herî kêm 600 hezar lîre bertîl xwarine û tê gotin dibe ku zêdetir pere xwaribin.