Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin 2022-12-10 10:51:49   WAN - Cenazeyê Bedîrhan Abî yê HPG’î ku di sala 2016’an de li Herêma Omeriyayê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û piştî 6 salan radestî malbata wî hat kirin, li Wanê hate veşartin.     Cenazeyê Bedîrhan Abî (Tîrêj) yê HPG'î ku di 29'ê Mijdara 2016'an de li Herêma Omeriya ya Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û piştî 6 salan radestî malbatê hat kirin, li Wanê hate veşartin. Piştî encama DNA’yê diyar bû, malbata Abî hat Mêrdînê. Malbat ji bo cenaze wergire çû edliyeyê û piştî karên li edliyeyê cenazeyê Abî ji "Goristana Bêkesan" a li Goristana Bajêr a Kamorê ya li navçeya Artûklûyê wergirt. Malbatê cenazeyê lawê xwe di saetên serê sibê de anî Wanê û li Goristana Karşiyaka ya Wanê veşart. Bi tenê destûr da 10 kesan ku tev li merasîma cenazeyê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin bibin.