Perwerdehiya di konteyneran de! 2022-12-10 09:02:19   WAN - Serokê Egîtîm-Sen a Şaxa Wanê Mîrat Atabay ku bal kişand ser pirsgirêkên perwerdehiyê yên li dibistanên gundan, diyar kir ku li van dersan ji dêvla dersxaneyan konteyner tên bikaranîn, ji ber ku ev der nayên germkirin zarok tevî qocikan dikevin dersê û cerdevanên çekdar ên wekî "xizmetkar" hatine peywirdarkirin jî bandoreke neyînî li xwendekaran dikin.    Di "Pêşniyaza Qanûna Budçeya Navendî ya Sala 2023'yan" de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Erdogan hat pêşniyazkirin ku ji bo Wezareta Parastinê 182 miliyar û 770 milyon û 968 hezar TL, ji bo Sekreteriya Giştî ya Desteya Ewlehiya Neteweyî 114 milyon û 297 hezar TL, ji bo Serokatiya Teşkîlata Îxtsibarata Neteweyî 7 milyar û 729 milyon û 120 hezar TL, ji bo FErmandariya Giştî ya Cendirmeyan 76 milyar û 73 milyon û 628 hezar TL, ji bo Fermandariya Ewlehiya Peravan 4 milyar û 968 milyon û 900 hezar TL û ji bo Midûriyeta Giştî ya Polîsan 116 milyar û 888 milyon û 293 hezar TL hat pêşniyazkirin. Ev pêşniyaz ji 6'ê Kanûnê ve li Meclîê tên nîqaşkirin. Her wiha ji bo Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, YOK û OSYM'ê jî 435 miliyar û 351 milyon û 82 hezar TL hatiye pêşniyazkirin.    Budçeya ku ji bo "polîtîkayên ewlehîparêz" hatine veqetandin dibe sedema emxdûrkirina gelek qadan. Serokê Egîtîm-Sen a Şaxa Wanê Mîrat Atabay, bal kişand ser pirsgirêkên xwendekarên li dibistanên bajêr.    BI QOCIKAN DIKEVIN  DERSÊ   Atabay bal kişand ser şert û mercên xwendekarên dibistanên gundan û got ku li van deran ji ber ku hejmara dersxaneyan kêm e, ders di konteyneran de tên dayîn. Atabay ev tişt gotin: "Meseleya germkirinê heye. Mamoste hem sobeyê vêdixin hem jî dersê didin. Bi biryarnameya serokkomartiyê re, biryar hat girtin ku komir bi îhaleyên navendî bê belavkirin. Yanî komir bi îhaleyê ji gundan re tê şandin. Ji ber ku komireke nebeşa tê şandin, naşewite. Li gorî daneyên li ber destê me, li gundê Încealan ê navçeya Çardêranê ya Wanê ji ber ku qazanên dibistanan xerabe ne qalofîrefer naxebitin. Mamoste û xwendekar tevî qocikan dikevin dersê."    Atabay da zanîn ku meseleya dibistanên gundan tenê ne meseleya germkirinê ye û wiha got: "Hin dibistan hene, ava wan tune ye. Lê tişta ecên, Midûriyeta Perwerdehiay Neteweyî 'Belgeya Paqijiyê' daye van dibistanan. Pêkanîneke Wezareta Perwerdehiya Neteweyî heye. Dibistanên ku şert û mercên diyarkirî pêk bînin 'Belgeya Paqijiyê' werdigirin. Ev belge dane gelek dibistanên ku ava wan tune ye. Li gelek dibistanan pirsgirêka personelan heye."    LI DIBISTANAN CERDEVANÊN ÇEKDAR   Atabay da zanîn ku cerdevanên extiyar ên ku nikarin biçin şer bi biryara Wezareta Karên Navxweyî li dibistanên gund û navçeyan wekî "xizmetakar" tên xebitandin û got ku piraniya van cerdevanan li dibistanan wekî "xizmetkar" hatine peywirdarkirin. Atabay got ku cerdevanên çekdar ên wekî "xizmetkar" hatine peywirdarkirin jî bandoreke neyînî li xwendekaran dikin.    Atabay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li TIrkiyeyê ji ber polîtîkayên ewlehîparêz budçe ji şer tê veqetandin û wiha got: "Piraniya budçeyê ji bo şer tê veqetandin. Em bi salan e dibêjin budçe ne ji bo şer, divê ji bo gel bê veqetandin. Em bandora vê di perwerdehiyêd e dibînin. Îsal ji bo perwerdheiyê li dor ji sedî 9 budçe hatiye veqetandin. A rast çareseriya vê peydakirina atmosfera aştiyê ye û destjêberdana ji şer e."    MA / Berîvan Kûtlû