Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2022-12-09 18:41:13   STENBOL - 7 kesên di Nobeda Edaletê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin îro li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê Nobeda Edaletê girtin. Vê hefteyê Kumrî Akgul, xwişka girtiyê nexweş Erdal Ozelê li Girtîgeha Tekirdagê ya Hejmara 2'yan a Tîpa F'yê di hucreyeke yekkesî de dimîne, Cemîle ÇÎftçî, xwişka girtiyê nexweş Selîm Çîftçî yê di Girtîgeha Umraniye ya Tîpa L'yê de, Zeynep Calihan, dayika Hatîce Calihan a di Girtîgeha Şakranê ya Jinan de û xizma girtî Gulsum Ozturk û gelek welatî tevlî Nobeda Edaletê bûn. Polîsên ku derpêş kirin bi biryara Qeymeqamtiya Kagitxaneyê çalakî hatine qedexekirin, xizmên girtiyan û kesên piştgiriya Nobeda Edaletê kirin binçav kirin.   7 kesên di binçavan de piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Kagitxaneyê hatin berdan.