‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin 2022-12-09 17:02:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bertek nîşanî damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe ya 6 salî ‘zewicandî’ dan, bal kişandin ser tacîz û tecawiza li cemaet û tarîkatan û wiha gotin: “Em neçarin bi vê tarîtiyê re têbikoşin.” Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaxa Yûsûf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî di bin navê “mehra melayî” de bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û bû sedemê tecawizkirina keça xwe. Piştî ku ev yek derket holê civakê bertekên tund nîşan dan. Bi daxuyaniyên îro hatin dayîn bertek nîşanî hem kesê tecawizkirî hem jî kesên tecawiz ji nedîtîve hatin, dayîn û hat xwestin ku tarikat û cemaetên ku bi sûcên li dijî zarokan ji rojevê nakevin bên girtin.    ÎZMÎR   Komîsyona Jinan a Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî (Genel Îş) ya Îzmîrê têkildarî îstîsmara li cemaet û tarîkatan li dijî zarokan pêk tê li ber Şaredariya Bajarê Mezin daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê li vî welatî parêzbendî ne yê parlamenterean yê zarokan be” hate vekirin û her tim dirûşmeyên “Îstîsmar sûce nikare bê veşartin” , “Tu jî ji bûkên zarok re bêje bes e” , “AKP destê xwe ji zarokan bikişîne” hatin berzkirin.    Sekretera Malî ya Şaxa Hejmara 3’yan a Genel Îş’ê Serap Yilmaz a daxuyanî xwend, diyar kir ku bûyerên weke vê ji ber polîtîkayên bêcezatiyê berdewam dikin û wiha got: “Divê em îro li dijî kesên ku di bin sîwana zewacê de çavê xwe ji îstîsmarkirina zaroka 6 salî re girtine dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Em neçarin bi vê tarîtiyê re têbikoşin. Em ne ji îstîsmarê re ne jî ji tecawizê re bêdeng nemînin.”   STENBOL    Baroya Stenbolê jî daxwaz kir ku tev li doza ku têkildarî îstîsmarê li Yûsûf Ziya Gumuşel û dayik Fatma Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatiye vekirin bibin. Baroyê diyar kir ku wê li dijî hişmendiyên tarî û îstîsmarê heta dawiyê têbikoşin.