Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan 2022-12-09 15:47:46   STENBOL - Xizmên girtiyan tevî dorpêç û qedexeyên polîsan jî çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê domandin. Di çalakiyê de polîsan êrişî çalakvanan kir û 7 kes binçav kirin.    Xizmên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan di hefteya 38’an de li pêşiya Edlieya Stenbolê ya li Çaglayanê berdewam kir. Ji xizmên girtiyan Kumrî Akgul, Cemîle Çîftçî, Zeynep Calihan û Gulsum Ozturk tev li nobetê bûn. Her wiha gelek kesan jî piştgirî dan çalakiyê.     Beriya çalakiyê, bi sedan polîs li pêşiya edliyeyê hatibûn bicihkirin û bi hinceta biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Kagithanayê xwestin meşa xizmên girtiyan a ber bi deriyê edliyeyê ve asteng bikin. Lê belê malbatan guh nedan vê biryarê û meşiyan. Ji xizmên girtiyan Kumrî Akgul bertek nîşan da û got ku ev 11 meh in tenê ji ber daxwaza xwe ya edaletê tên binçavkirin û wiha domand: “Em ji vê dewletê re dibêjin êdî bes e. Bila darbestên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Tehemûla dewletê li hemberî çalakiyên ji bo girtiyên nexweş tên kirin nîne.”    DI NAVA DORPÊÇÊ DE DENGÊ ÎTÎRAZAN BILIND BÛ    Xizmên girtiyan dan zanîn ku ji bilî heq, hiqûq û edaletê tu daxwazeke wan a cuda nîne û gotin ku êrişa polîsan a her hefteyê li dijî wan tê kirin qebûl nakin. Piştre jî polîsan malbatên girtiyan dorpêç kirin. Xizmên girtiyan û welatiyên ku piştgirî didan jî nîşaneyên serkeftinê kirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Bi berzkirina dirûşman re polîsan hewl dan çalakvanan binçav bikin. Tevî êrişa polîsan jî çalakvanan dirûşm berz kirin. Di encama êrişa polîsan de her 4 xizmên girtiyan û welatiyên bi navên Omer Ertûgrûl, Serhat Ertûgrûl û kesekê navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.    7 kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Kagithanayê.