Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin 2022-12-09 15:23:16   ENQERE - 3 fezlekeyên ku derbarê parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca de hatibûn amadekirin şandin Meclisê.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi daxwaza parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca bê rakirin derbarê wê de 3 fezleke amade kirin û şandin Meclisê.    SEDEMÊN FEZLEKEYAN    Ûca ya di 4’ê sibatê de bi îdiaya “gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kiriye” derbarê wê de fezleke hate amade kirin, hevpeyvînên ku têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê û Şengalê dane ajansan weke hincet hate nîşandan. Ji bo fezlekeya duyemîn a bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatiye amadekirin jî axaftina Ûca ya di 8’ê adara 2021’an de li Êlihê kiriye weke hincet hate nîşandan. Ji bo fezlekeya din a bi îdiaya “li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketiye” hatiye amadekirin jî meşa bi armanca piştevaniya çalakiya grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê di 8’ê adara 2018’an de hatiye kirin weke hincet hate nîşandan.