Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt 2022-12-09 14:43:37   RIHA - Malbata Şenyaşar, ku çalakiya wan a Nobeta Edaletê di roja 641’an de berdewam dike li 5’emîn Fûara Pirtûkan a Navnetewî nobet girt.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 641’emîn de berdewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar îro nobeta xwe li 5’emîn Fûara Pirtûkan a Navnetewî domand.    ‘EM Ê BÊ EDALETIYÊ LI HER DERÊ BÎNIN ZIMAN’   Li standa pirtûka bi navê “Edalet” a Alî Orûç a li ser malbatê nivîsandiye, pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar Edalet” hate daliqandin. Ferît Şenyaşar ê li vir axivî wiha got: “Ji ber kesê ku ev komkujî pêk anî parlamenterê partiya desthilatê bû, darizandineke adil nehate kirin. 2 sal in edalet pêk nehat, em edaletê dixwazin. Em îro jî bi pirtûka ‘Edaletê’ li Fûara Pirtûkan a li Rihayê ne. Em ê vê bêedaletiyê li her derê bînin ziman.”