Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz 2022-12-09 13:50:41   AMED - Li gel ku îfadeyên şahida eşkere Hîcran Berna Ayverdî bi belgeyan hat îspatkirin ku derew in jî dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da rêveberê HDP’ê yê berê Ramazan Dengîz.    Şahida bi navê Hîcran Berna Ayverdî, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli jî di nav de derheqê 800 kesan îfade dabûn. Ayverdî, di îfadeyên xwe de îdia kir ku rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê yê berê Ramazan Dengîz di Komîsyona Edaletê ya KCK’ê de cih digire û di vê çarçoveyê de derheqê Dengîz de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Dengîz li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.    Di îfadeya xwe de Ayverdî îdia kiribû ku dema li nexweşxaneyeke taybet dixebitiya, di dema welidînekê de rastî êrişa malbatekê hatine û ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî serî li Dengîz dane. Piştre jî ev îfadeyên wê ji hêla emniyet û nexweşxaneya taybet ve hatibûn derewandin. Tevî vê yekê jî dadgehê ceza da Dengîz.    Parêzerê Dengîz, Yakûp Demîr di danişînê de amade bû. Dozger, mutalaaya xwe ya rûniştina berê dubare kir û xwest ku Dengîz were cezakirin.    Her wiha Dengîz tawanbariyên lê tên kirin red kir û got ku di belgeyên ji dadgehê re hatine şandin de jî xuya dike ku îfadeyên şahidê derew in.    Parêzer Yakûp Demîr jî diyar kir ku miwekîlê wî kesekî siyasetmedar e û ev tişt anî ziman: “Gotinên Ayverdî rast nînin. Ev yek bi belgeyan hatiye îspatkirin. Îfadeyên şahidên nepen jî tenê ji gotinên neşênber pêk tên. Miwekîlê min di çarçoveya xebatên partiya siyasî de tev li çalakiyan bûye. Daxwaza beraeta miwekîla xwe dikim.”    Dadgehê jî bi îdiaya “endamtiya rêxistin” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Dengîz.