Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir 2022-12-09 13:10:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Zirgan a Hesekê de firneya ku ji bo 20 gundan nan dipêje, dibistan û 400 mal hatin rûxandin. Hevserokê Meclisa Zirganê Salih Simo da zanîn ku ji 3 parên bajarokê yek jê hatiye rûxandin.   Ji 19-20’ê mijdarê heta niha dewleta tirk bênavber êrişî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li herêmên navborî bi taybet jî binesazî û saziyên xizmetê hedef tên girtin. Yek ji herêmên ku bi taybet hedef tê girtin jî navçeya Zirgan a Hesekê ye. Hevserokê Meclisa Zirganê Salih Simo têkildarî êrişan bi ANHA’yê re axivî û got ku di encama êrişan de ji 3 parên navçeyê parek jê hilweşiyaye.    Simo, anî ziman ku êrişên dewleta tirk roj bi roj zêdetir dibin û ev agahî parve kirin: “Di êrişan de dibistan, şaredarî, avahiya meclisa navçeyê, noqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên xizmetê hedef hatin girtin. Dewleta tirk mîna li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê, dixwaze Zirganê jî bi êrişan xwe vala bike. Firina ku ji bo 20 gundan nan derdixist jî bû hedefa êrişan û xebatên li vir sekinînin. Di encama êrişan de ji 3 parên navçeyê parek jê hilweşiyaye. Gelemperî jê li Taxa Rojava, zêdetirî 400 mal hatin rûxandin. Tevî her tiştî jî gelê navçeyê pir baş li ber xwe dide.”    Bi domdarî Simo diyar kir ku tevî êriş û bombebaranên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê jî, gelê herêmê xwedî sekneke zelal e û dê ev sekna wan neguhere.