Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn 2022-12-09 12:09:55   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî binpêkirinên mafên mirovan û azadiyan ên desthilata AKP’ê şiband piştî darbeya 12’ê Îlonê û anî ziman ku ji bo çareseriya binpêkirinê mafan mirovan gelek serlêdan li komeleya wan kirine.     "Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan" a ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin, di 10'ê kanûna 1948'an de li Parîsê hat qebûlkirin. Bi dengdana li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re, ku hemû saziyên dewletê û rêxistinên sivîl ên civakî hatin vexwendin, 10'ê kanûnê weke 'Roja Mafên Mirovan a Cîhanê' hate ragihandin. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî ya bi cih anîna danezanê û Roja Mafên Mirovan a Cîhanê nirxand diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên mirovan û azadî di nava krîzeke mezin de ne û ev rewş bi salan e dewam dike.    NÊRÎNA DESTHILATÊ QET NEHATE GUHERTIN   Yolerî, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê 20 sal in şûna maf û azadiyan bi cih bîne, van mafan bisînor dike û bi vî awayî desthilata xwe diparêze. Yolerî, bi lêv kir ku li dijî van polîtîkayan têkoşîneke bêeman didin û daxuyakirin ku roja ku komeleya wan dest bi xebatê kiriye ve nêrîna desthilatê ya li dijî mafên mirovan nehatiye guhertin.    Yolerî, anî ziman ku di her qada jiyanê de binpêkirinên mafan zêde bûne û hin binpêkirinên mafan wiha rêzkirin: “Dema em li zarokan dinerin ji ber ji mafê tenduristî û perwerdehiyê sûdê nagirin, dibînin ku ji ber karkeriya zarokan û zewaca di temenê biçûk de rastî îstîsmarê tên. Dema em li jinan dinerin tundiya li dijî jinan her tim zêde dibe û tevlibûna jiyanê ya bi awayekî azad tê astengkirin.” Yolerî da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde  bûne û bal kişand ku ji bilî îşkence, mûameleya nebaş wê girtîgehên nû tên vekirin jî binpêkirina mafan zêde bike. Yolerî, bê bertek bûna saziyên mafên mirovan ên navnetewî ya li dijî binpêkirinên mafan ên ji aliyê desthilatê ve tên sepandin jî rexne kir û destnîşan kir ku ev sazî herî kêm bi qasî Tirkiyeyê sûcdar in ku tevî binpêkirinan jî tu ceza li Tirkiyeyê nebirîne.    JI BO ÇARESERIYÊ SERLÊDAN ZÊDE BÛN    Yolerî, daxuyakirin ku ji ber li welat krîza aborî û siyasî zêde bû tundiya fîzîkî jî zêde bû û ev rewş jî di civakê de pirsgirêkên psîkolojîk derdixe holê. Yolerî, da zanîn ku ji ber vê yekê bi dehan serlêdan li saziya wan hatine kirin û wiha berdewa kir: “Ev kes ji nexweşiya psîkolojîk zêdetir ji me ji bo çareseriya binpêkirinên mafan ên jiyayî alîkariyê dixwaze.”   ŞIBANDINA 12 ÎLONÊ    Yolerî, diyar kir ku di serdema desthilata AKP’ê de azadiya îfade û kombûnê gelek hatiye astengkirin û rewşa niha şibande pêvajoya piştî Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê.     NAVENDA ÎŞKENCEYÊ ÎMRALI   Yolerî, anî ziman ku tecrîd jî di nav pêkanînên îşkenceya sîstematîk de ye û pêkanîna vê ya herî giran jî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin tê sepandin. Yolerî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin ne tenê meseleya hiqûq û mafên mirovan e û bal kişand ser sedemên wê yên siyasî.    ÇALAKÎ WÊ BÊN LIDARXISTIN   Yolerî, da zanîn ku weke her sal ew ê îsal jî bi wesîleya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan hin çalakî û aktîvîteyên cuda li dar bixin.