Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da 2022-12-09 11:39:09     ŞIRNEX - Girtiyê nexweşê penceşêrê Emre Abalak ê hate îdiakirin ku li girtîgehê ketiye û xwîn çûye ser mejiyê wî jiyana xwe ji dest da.   Emre Abalak (26) ê nexweşê penceşêrê ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate ragirtin, jiyana xwe ji dest da. Malbata Abalak diyar kir ku rayedarên girtîgehê ragihandine ku Abalak beriya du rojan li serşoka girtîgehê ketiye û xwîn çûye ser mejiyê wî û li ser vê yekê Abalak rakirine Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleya Amedê. Malbatê ragihand ku Abalak duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeyê Abalak duh bi şev li navçeya Silopiyayê hate definkirin. Hate hînbûn ku ji ber 20 sal cezayê hefsê ku li Abalak hatiye birîn û hatiye pejirandin hebû, Abalak hatiye girtin û 6 meh bû di girtîgehê de bû.