‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’ 2022-12-09 09:53:13   WAN - Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan diqewimin û îşkence li girtiyan tê kirin û wiha got: “Êdî alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake.”   Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek binpêkirinên mafan pêk tên. Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin, înfaza girtiyên ku cezayên wan diqede tê şewitandin. Li dijî tundiya her ku diçe li girtîgehan zêde dibe, gelek girtî ji bo mafên xwe yên qanûnî li ber xwe didin. Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî binpêkirinên mafan û şertên tecrîdê di 4’ê cotmehê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê hatiye destpêkirin ji 16’ê mijdarê ve bi awayekî bêdem û bêdorveger didome. Dîsa girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Osmaniyê tên ragirtin, li dijî mûameleya nebaş û binpêkirinên mafan ji 12’ê mijdarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ne.    Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê jî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan hatine destpêkirin bû. Girtiyan li dijî binpêkirina mafan bi komên 5 kesan û 5 rojan dorveger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hevseroka Şaxa Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê Edîbe Babûr a têkildarî mijarê axivî, wiha got: “Êdî alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake. Li girtîgehan gelek pirsgirêk hene. Yekane çareseriya vê bertek nîşandana gelê kurd a hevpar e.”   ‘ZEXTÊN GIRAN TÊN KIRIN’   Babûr, bi bîr xist ku li dijî binpêkirina mafan li gelek girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Li gelek girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê hene. Daxwazên hevalên me diyar in. Dixwazin tecrîd bê rakirin û malbat hevdîtinê bikin. Lê mixabin rayedar vê yekê nabînin. Şûna erkên Wezareta Dadê gotin û rêgezên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû derbas dibin. Soylû çi dibêje li girtîgehan ew polîtîka tê meşandin. Ji ber vê yekê li girtîgehan zextên giran tên kirin. Niha li hemû girtîgehan zext û tundî heye.”   ‘TÎP TÊRA GIRTÎGEHAN NAKIN’   Babûr, rewşa Şadiya Manap a piştî 30 salan hate berdan û dû re dîsa hate binçavkirin û girtin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Girtina keseke ku 30 sal in di girtîgehê de ye çavtirsandine. Vê peyamê didin herkesê. Tiştên li girtîgehê diqewimin ji keyfiyetê derbas bûn ev yeka tê kirin ferman e. Divê pêşî li vê barbariyê were girtin. Ya herî girîng di demên dawî de êdî girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Dixwazin hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê veguherînin tîpên S'yê. Êdî alfabe têra girtîgehan nakin, gelek girtîgehên bi tîpên cuda hene. Êdî tîp jî têra girtîgehên ku ji bo zarokên gelê kurd re zilmê bikin nake. Ev rewşeke ku nayê qebûlkirine. Divê vê rewşê kesek ji me qebûl neke.”   ‘KURD SERÎ NATEWÎNIN’   Babûr, diyar kir ku gelê kurd serê xwe ji kesê re natewîne û wiha got: “Ji bo tundiya li girtîgehan bi dawî bibe divê gelê kurd bibe yek û vê yekê qebûl neke. Ji bo Garîbe Gezer gotin ‘întîhar kiriye’ lê pişt re derket holê ku Gezer şehîd kirine. Di dîmenan de derket holê ka çawa îşkence li Gezerê kirine lê dozgerî biryara neşopandinê da. Divê gelê me vê ji bîr neke. Divê gelê kurd li dijî vê mafên xwe yên demokratîk bikarbîne.”