Li Dehgulan'ê Şademan Ehmedî di bin çavan de hate kuştin! 2022-12-09 09:00:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Dehgulan'ê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî, di bin çavan de bi îşkenceyê hate kuştin.   Li Eyaleta Kurdistanê ya Îranê (Rojhilat) li bajarê Dehgulanê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî, piştî hate binçavkirin bi çend saetan, xebera mirina wî ji malbatê re çû. Şademan Ehmedî 8ê Mijdarê (duh) serê sibehê li bajarê Dehgulanê hate binçavkirin. Polîsan wî bire Qereqola Polîsan a li Meydana Saet e. Piştî çend saetan, berê êvarê ji malbata Şademan Ehmedî re agahiya mirina kurê wan çû. Tê diyar kirin ku Şademan Ehmedî di binçavan de rastî îşkenceyê hatiye û di encama îşkenceya giran de jiyana xwe ji dest daye.    Dehgulan, bajarek ji bajarê Eyaleta Kurdistanê ye. Di navbera Sinê û Hemedan de dimîne. Nêzî 50 hezar nifûsa wê heye.