Li Amedê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê 2022-12-08 19:25:01   AMED - Di hefteya duduyan a Nobeda Azadiyê de ku ji bo Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanciyê li Amedê tê lidarxistin, hat gotin ku heya Fîncanci neyê berdan dê têkoşîn bidome.    Odeya Bijîşkan a Amedê, vê hefteyê jî Nobeda Azadiyê ya ji bo azadiya Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê girt. Di nobedê de Pankartên "Em li cem jiyan û rastiyê ne. Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye" û "Azadî ji bo Şebnem Korûr Fîncanci" hatin daliqandin. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û nûnerên gelek saziyan tevlî nobedê bûn.    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûranê anî ziman ku Fîncanci bi salan de ji bo mafan têdikoşe û got ku Fîncanci belesebeb hatiye girtin. Tûranê destnîşan kir ku ew li cem Fîncanciyê ne û got ku dê nobeda wan bidome.   Serokê ÎHD a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn jî piştgiriya xwe ya ji bo Fîncanciyê ragihand û îşaret bi têkoşînê kir.