Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê 2022-12-08 16:12:32     ENQERE - Xetereya demborînê li ser Doza Vartînîsê heye û hat zanîn ku Wezareta Dadê bersivê nade muzekkereya biryara bultena sor a derheqê bersûc Fermandarê Lîwayê Cendirmeyan Bulent Karaoglû de hatiye dayîn.    Leşkerên dewleta tirk di 3’yê cotmeha sala 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê agir berdabû malekê û di encamê de Nasir û Eşref Ogut û 7 zarokên wan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî komkujiyê, derheqê Fermandarê Lîwaya Cendirmeyan Bulent Karaoglû de doz hatibû vekirin. Danişîna doza kujer Karaoglû bedewam kir. Derheqê Karaoglû de biryara beraetê hatibû dayîn û piştî lêkolîna temyîzê ya li Dadgeha Bilind, di sala 2021’an de ev biryar hat xerakirin û doz dîsa dest pê kiribû. 10’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hat lidarxistin.    Di danişînê de Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, li ser navê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Ozgur Yaldiz û Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen amade bûn. Her wiha Aysel Ogut ku ji komkujiyê sax rizgar bûbû jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî bi axaftinên parêzeran domiya.    XETEREYA DEMBORÎNÊ    Di danişînê de ji ewil Karaçelîk axivî û bal kişand ser ku xetereya demborînê li ser dosyayê heye. Karaçelîk, xwest ku Wezareta Dadê bersivê bide muzekkereya têkildarî biryara bultena sor a derheqê Karaoglû de û wiha got: “Divê ji vê qonaxê û pê de îradeyeke siyasî hebe. MÎT kengî bixwaze sûcdaran digire û tîne. Daxwaza me ew e ku di muzekkereya ji bo Wezareta Dadê tê nivîsandin de bê destnîşankirin ku xetereya demborînê li ser dozê heye.”    Piştre jî Yaldiz axivî û got ku divê xetereya demborînê ya li ser dosyayê divê neyê paşguhkirin û xwest ku teqîbateke bibandor were kirin.    Şandeya dadgehê, biryar da ku xwe li benda bersiva muzekkereya ji Wezareta Dadê re hatiye nivîsandin bigirin û danişîna dozê taloqî 19’ê çileyê kir.