Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan 2022-12-08 16:00:52   ENQERE - Rejîma Îranê ciwanê bi navê Mohsen Şekarî bi dar ve kir. Bi bidarvekirina Şekarî re li bajarên Sanandaj û Najafabadê gel dakete kolanan.    Ciwanê 23 salî Mohsen Şekarî, bi îdiaya ku di çalakiyên 25’ê îlonê yên li Herêma Setar Xan a li paytexta Îranê Tehranê de milîsekê Besîçê ji milê wî ve kêr kiriye, hatibû binçavkirin. Rejîma Îranê, îro di saetên serê sibehê de Şekarî bi dar ve kir.    Bi dehan kesên di çalakiyan de hatine binçavkirin, li gorî qanûnên îslamî yên rejîma Îranê bi talûkeye bidarvekirinê re rû bi rû ne. Li gorî daneyên komeleyên mafên mirovan ên Îranê ku hatine piştrastkirin, di çalakiyên heta niha de 500 kes hatine qetilkirin û herî kêm 18 hezar kes jî hatine girtin. Her wiha hezar û 500 kes jî bi tawanbariyên ku dikevin ber cezayê darvekirinê tên darizandin.    AGAHIYA DARVEKIRINÊ JI EWIL MIHAFIZÊN ŞOREŞÊ PARVE KIR    Ajansa nûçeyan a Tasnîmê ku girêdayî Mihafizên Şoreşê ye, da zanîn ku Mohsen Şekarî îro di saetên serê sibehê de hatiye bidarvekirin û tu agahiyên din nedan. Tawanbariyên li Şekarî hatie kirin, ji hêla saziyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.    SEROKÊ ÎHR’Ê: DIVÊ BERTEKEKE PIR XURT WERE NÎŞANDAN    Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mahmûd Amîrî Moghaddam da zanîn ku ji bo înfazkirina cezayê Şekarî tu biryarên dadgehê nînin û wiha got: “Divê gel li dijî vê biryarê bertekên pir xurt nîşan bide. Divê gel û îraniyên li derveyî welat jî di zûtirin demê de bertekê nîşan bidin.”    ÎNFAZA BÊDARAZ    Di roja duşemê de Mihafizê Şoreşê ji ber bertekên tund ên darazê pîroz kiribûn û teşwîq kiribû ku derheqê kesên bi “Moharebeh” anku “kesên li dijî Xwedê şer dikin” biryarên zû û tund bidin. Kesên bi vî sûcî tên sûcdarkirin, bêyî ku darizandineke bibandor pêk were û parêzerên wan hebin, li pişt deriyan biryara kuştina wan tê dayîn. Tu mafê îtîraz û pêşkeşkirina kesên bi vî sûcî tên tawanbarkirin nîne.    PÊVAJOYA DARVEKIRINÊ BILEZTIR BÛ   Berdevkê darazê Masoud Setayeshî di daxuyaniya xwe ya roja sêşemê de diyar kir ku li 5 kesên ku tawanbariya kuştina milîsê Basîçê Ruhollah Ajamian lê dihat kirin, cezayê darvekirinê hatiye birîn. Di şert û mercên asayî de pêvajoya biryara darvekirinê pir hêdî dimeşe lê îcar pir hat bilezkirin û ciwanê 23 salî Şekarî di nava 3 rojan de hat bidarvekirin.    PROTESTOYA DARVEKIRINÊ   Li ser biryara bidarvekirinê, li bajarê Sanandaj ê Rojhilat û li bajarê Najafabad ê eyaleta Îsfehanê gel daket kolanan. Gelê ku di saetên serê sibehê de daketî kolanan, bi rêya rêxistinên mafên mirovan û rojnamegeran dîmen kişandin û parve dikin. Di vîdeoyan de tê dîtin ku milîsên Besîçê û hêzên rejîmê guleyan li gel direşînin. Di parvekirinên çalakvanan de xuya dike ku li bajêr bênavber dengê çekan tê.    JI BO DAKEVIN KOLANAN BANG HAT KIRIN   Armanca rejîma Îranê ya ku dev demeke nîqaşa bidarvekirina çalakvanan dike weke rêbaza tirsandin û tepisandinê tê pênasekirin. Çalakvanên ku biryara bidarvekirinê bihîstin jî diyar kirin ku dê berteka rejîmê ya li dijî vê biryara bidarvekirinê diyar bikin û bang li gel kirin ku dakevin kolanan. Bang li gel tê kirin ku di nava rojê de li tevahiya bajaran dakevin kolanan.