Serpelê ku ji bo kadroyên cerdevanan bertîl xwariye hat binçavkirin 2022-12-08 14:04:33   AMED - Li navçeya Erxenî, Serpel ê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê yê berê Ahmet Eren jî di nav de 38 kes ji ber ku di dema stendina cerdevanan de bertîl xwarine hatin binçavkirin.    Li navçeya Erxenî ya Amedê di navbera salên 2017-2018’an de cerdevanan girtin kir. Hat zanîn ku di dema cerdevan girtine kar de bertîl hatiye xwarin. Serpel ê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeyê yê berê Ahmet Eren jî di nav de 38 kes ji ber ku di dema sitendina cerdevanan de bertîl xwarine hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin, 4 roj berê 38 kes hatine binçavkirin. Ji van kesan îfadeya 30 kesî hatiye girtin û hatine berdan.    Ahmet Eren ê leşker ku tayînî Konyayê hatiye kirin li wir hatiye binçavkirin û ew anîne Amedê. Eren jî di nav de hê 8 kes di binçavan de ne.   Hat zanîn ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye. Hat diyarkirin ku Eren di sala 2018’an de hatiye darizandin lê belê derbarê dosyeya wî de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Hat zanîn ku di piştî îfadeya şahidek nû di çarçoveya dosyeya lêpirsînê de ji nû ve derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.