Dozger ji ber îşkenceya li girtîgehê ceza xwest 2022-12-08 13:23:27   EDENE - Girtiyê bi navê Şehmûz Emen ji ber îşkenceya li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê lê hatiye kirin, gilî kiribû û doz hatibû vekirin. Di dozê de dozger xwest ku 2 gardiyan ji ber sûcê “birîndarkirina sivik” bên cezakirin.    Girtiyê bi navê Şehmûz Emen di 22’yê sibatê de li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçuler a Edeneyê rastî lêgerîna tazî hatibû, di hucreya yekkesî de ava sar pê de hatibû kirin û îşkence lê hatibû kirin. Emen, têkildarî îşkenceyê serlêdana sûc kiribû derheqê gardiyanên bi navên Caner Guney û Halît Arikan de bi sedema “sînorê rayeya bikaranîna zorê derbas kirine” û “birîndarkirina sivik” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edeneyê hate lidarxistin. Emen, beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wî Mehmet Nûrî Toprak amade bû. Her wiha gardiyanên bersûc jî bi hinceta ku li derveyî bajar in, tev li danişînê nebûn.    'DIBE KU MIN PÊHNEK LÊ DABE’    Hat zanîn ku îfadeyê bersûc Halît Arikan ku li ser fermanê hatibû girtin li dosyayê hate zêdekirin. Arikan, di îfadeya xwe de ev îdia kirin: “Di roja bûyerê di dema jimartinê de girtiyê bi navê Şehmûs Emen, destên xwe dabûn pişt xwe û bi awayekî guman disekiniya. Hevalê min ê xebatê Guner Tok jê re got; ‘destên xwe deyne ku ez bibînim.’ Girtî jî got; ‘Jixwe pisgirêka min bi midûrê we re heye û doza min bi wî re heye.’ Destê xwe ne danîn û xwe avêt ser hevalê min. Ji bo ku bûyer mezintir nebe, min tevî hevalê xwe yê din ê xebatê destwerdan li rewşê kir. Di wê navberê de me gilîker Şehmus Emen li erdê dirêj kir lê dîsa li ber xwe dida. Di vê navberê de pêhn danîn hevalên min. Ji bo ku girtî ji kontrolê dernekeve û ziyanê nede xwe, dibe ku min jî pêhn danîbin wî. Lê nayê bîra min. Mebesteke min a ji bo birîndarkirinê tune bû. Heke ji giliyê xwe lêve bibe, ez ê qebûl bikim. Ez beraeta xwe dixwazim. Heke dadgeh biryareke berevajî vê bide, ez dixwazim ku hukmên leha min bikevin meriyetê.”    ‘DIVÊ BERSÛC BÊN CEZAKIRIN’   Dozgeriyê, mutalaaya xwe pêşkeşî dadgehê kir. Dozger, xwest ku her du bersûc jî ji sûcê “sivik birîndarkirin” bên cezakirin.    Parêzerê Emen, Mehmet Nurî Toprak jî bal kişand ser raporên kesê pispor, qeydên kamereyan û mutalaaya dozger û wiha got: “Di rapora kesê pispor de tê dîtin ku her du bersûcan pêhn li miwekîlê min xistine. Sûcê wan zelal e. Bila bersûc bên cezakirin.”    Parêzerên bersûcan jî bi hinceta ku miwekîlên wan li dijî mutalaayê parastina xwe bikin, daxwaza parastineke pêvek kirin. Dadgehê ev daxwaz qebûl kir û danişîn taloqî 15’ê kanûnê kir.