Qeymeqamê ku zarokê 13 salî perçiqandibû bialkol û leza zêde derket 2022-12-08 11:25:51   AMED - Di rapora pispor de derket holê ku qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglû yê wesayîta fermî li zarokê 13 salî Muhammed qelibandibû, di kêliya qezayê de bi alkol bûye û leza wî du qat bi ser leza asayî re bûye.    Li navçeya Bismilê ya Amedê di 15’ê tîrmehê de Qeymeqamê Kercewsa navçeya Êlihê Server Sînanoglû bi wesayîta fermî ya qeymeqamtiyê li Muhammed Çelîk ê 13 salî qelibandibû û ew kuştibû. Bi rapora heyeta pispor re derket holê ku kêliya ku qeymeqam Sînanoglû qeza kiriye bi alkol bûye yanî alkol vexwarîbûye û di nava bajêr de leza wî du qat bi ser leza asayî re bûye. Jİ Bavê Çelîk, Mûrat Çelîk re hatiye gotin û soz danê ku gilî neke û dê desteka madî û manevî bidinê. Mûrat Çelîk da zanîn ku piştî wî dest ji gilîkirinê berdaye soza ku dabûnê nehatiye cih û her li qeymeqam geriyaye jî bersiv wî nedaye.    ALKOLÊ RED KIRIBÛ LÊ BIALKOL DERKET   Dadgeha Amedê ji sûcê “bûye sedemê kuştina bizanebûn” derbarê qeymeqam de ji 2 salan û 8 mehan heta 9 salan doza cemaweriyê vekir. Her çiqas qeymeqam gotibû ew ne bi alkol bûye û leza wî asayî bûye jî lê di rapora pispor de berevajî gotinên wî derket. Di raporê de derket holê ku qeymeqamê gotibû ‘min alkol venexwaribû’ lê bi alkol derket.    Malbata Çelîk destnîşan kir ku qeymeqam soza xwe bicih neaniye û ew ji qeymeqam gilîkar in û dixwazin mudaxilî dozê bibin.    DOZGER CEZA XWEST    Di danişîna dozê ku hat lidarxistin de dozger mutalaya xwe pêşkî dadgeriyê kir û xwest qeymeqam bê cezakirin.    Dadger daxwaza parastinê ya parêzerê bersûc a li dijî mutalaya dozger li ber çavan girt û danişînê taloq kir.    Derketibû holê piştî qezayê qeymeqam Sînanoglû 7 mehan di girtîgehê de maye û lê ew ji kar nehatiye dûrxistin. Her wiha derketibû holê ku pişti bûyerê Sînanoglû tayînî bajarê Çorûmê hatiye kirin û ew li Muşavîriya Hiqûqê ya Walîtiya Çorûmê hatiye wezîfedarkirin.