Ahmet Silik bi ‘bêhiqûqiya bikontrol’ hate qetilkirin! 2022-12-08 11:17:38   ÎZMÎR - Ahmet Silik ê bi îdiaya ku li stargehekê navê wî li ser turikekî hatibû dîtin û cezayê hefsê lê hatibû birîn, li mala xwe ya ku bi ‘şertê kontrola edlî’ hatibû şandin jiyana xwe ji dest dabû. Serlêdana ku Silik li dijî bêhiqûqiyan li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû hêj jî biencam nebûye.    Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li dijî girtiyên nexweş tên sepandin her ku diçe zêde dibin. Serlêdanên ji bo berdana girtiyên nexweş tên kirin bêencam dimînin. Girtiyên ku rewşa wan giran û nikarin li xwe binêrin an di hucreyên “yek kesî” de tên girtin an jî nayên derman kirin û terkî mirinê tên kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji nîsana 2022’yan vir ve li Girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di sala 2021’an de herî kêm 59 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan di 10 mehên sala 2022’yan de jî herî kêm 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Li gorî van daneyan nêzî 2 salan 122 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.      TEVÎ KU GIRTIYÊ NEXWEŞ E JÎ HATE GIRTIN   Ahmet Silik (78) ê tevî ku girtiyê nexweşê giran bû jî hat girtin û 4 salan di hucreya “yek kesî” de hate ragirtin, piştî ku hate berdan di 2’yê mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Silik ê ji navçeya Dihê ya Sêrtê bû tevî ku rapora wî ya “nikare di girtîgehê de bimîne hebû jî” piştî 4 salan hate berdan. Silik ê li malê di nav nivînan de dijiya, piştî hate berdan salek û nîvan jiyana xwe ji dest da.    ÇI BÛ?    Ahmet Silik di 4’ê mijdara 2011’an de ji ber li navçeya Dihê ya Sêrtê di stargehekê de li ser tûrikekî navê wî nivîsîbû hate binçavkirin. Piştî 4 rojan bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Silik ê nêzî salekê girtî ma di 19’ê cotmeha 2012’an de hate berdan.  Di danişîna doza Silik a li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de 6 sal û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Silik ê cezayê wî di 21’ê sibata 2017’an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pejirandin, li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê ku lê dijî hate girtin. Silik, li Girtîgeha Kiriklar, Şakran û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate girtin.    Silik ê 74 salî hate girtin nexweşiyên prostat, şekir, dil, tansiyona bilind pê re hebûn û ji ber damarên ku diçin mejiyên wî girtî bûn 2 caran emeliyat bû. Li ser rewşa wî ya tenduristiyê xerab bû, felca qismî derbas kir. Silik ê tişt ji bîr dikirin û nekarî tena serê xwe bijî di girtîgehê de hişê xwe winda kir. Silik, di 7’ê gulana 2021’an de bi rapora Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî bi şertê kontrola edlî ya bi salekê hate berdan.    JI BER TEHAMUL NEKIRIN BERDAN   Hevjîna Ahmet Silik, Bînevş Silik (76) têkildarî mirina wî axivî. Silik, anî ziman ku dewletê mafê jiyanê yê hevjînê wê binpêkiriye û wiha got: “Beriya ku hevjînê min bikeve girtîgehê jî gelek nexweşiyên wî hebûn. Lê di girtîgehê de nexweştir bû. Hişê xwe winda kir û felç bû. Nedikarî xwe li ser piyan bigire. Hemû serlêdanên me kirin bêencam man. Êdî ji ber qirêj dima û wan jî tehamulî vê nedikir berdan. Piştî hate berdan di nava nivînan de jiyana xwe domand.”     ‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Silik, bi bîr xist ku bi sedan girtiyên nexweş ên wekî hevjînê wê hene û xwest ji bo ku ew jî weke hevjînê wê nebin werin berdan. Silik, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di girtîgehan de di nexweşên girtî de tu halî nahêlin. Heta neyên ber mirinê bernadin. Ez naxwazim kes tiştên ku me jiyan bijîn. Hevjînê min bi bêbextiyê hate girtin.”    ‘GUNEHA VÊ ZILMÊ WÊ GIRAN BE’   Silik, xwest ku polîtîkayên zext û zorê ku li ser gelê kurd tê meşandin bi dawî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îşkenceyê li girtiyan û malbatên wan dikin. Girtiyan sirgunî cihên dûrî malbatên wan dikin. Malbatên wan nikarin her tim biçin serdana wan. Dixwazin bi vî awayî girtiyan tenê bihêlin. Ev dewleteke çawa ye, ev rezaleteke çawa ye. Girtiyên ku nikarin biçin tuwaletê jî bernadin. Wê guneha vê zilmê giran be. Em vê zilmê qebûl nakin. Heta ku dilopek xwînê di canê me de bimîne em ê li cem hevalên xwe yên girtî bin.”   ‘GIRTINA WÎ BÊHIQÛQÎ BÛ’   Parêzerê dozê Zafer Încîn jî da zanîn ku Silik beriya ku were girtin havînê li gundê xwe zivistanê jî li Îzmîrê bi bazirganiyê re mijûl dibû û girtina wî bêhiqûqî bû. Încîn, bi bîr xist ku Silik ji ber di dema operasyonekê de tenê navê wî li ser turikekî li stargehekê hatiye nivîsandin, hatiye girtin û anî ziman ku tu têkiliya wî bi bûyerê re nîne. Încîn da zanîn ku piştî Silik hate girtin ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji bo înfaza wî were taloqkirin serlêdan kiribû û wiha got: “Li ser vê yekê Silik sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hate kirin. ATK’ê bi awayê ‘Nikare bi tena serê xwe bijî’ rapor da. Lê div an rewşan de bi tenê rapora ATK’ê têrê nake. Gelo ji bo ewlehiya cemaweriyê xetere ye, tehdîtekê di xwe de dihewîne yan na? Divê dozgerî fikrekî ava bike ku tu xeterî li ser civakê tune ye û taloqkirina înfazê bide. Ji ber vê yekê dozgeriyê ji qereqola polîsan a navçeya ku Sîlik lê dijî ji bo agahiyekê li ser aqûbeta wî bistîne pirsî. Qereqolê der barê Silik de raporeke neyînî ji dozgeriyê re şand û got ‘malbata alîkariya rêxistinê dike’. Dozgeriyê jî berdana wî asteng kir û ev xisûs destnîşan kir. Me gelek îtiraz kirin, lê doz hê jî li Dadgeha Destûra Bingehîn dewam dike. Dadgehê çima heta niha biryara xwe eşkere nekiriye, gelo li benda mirina wî ma an na, ev yek jî nîşaneyek din a pirsê ye. Ji niha û pê ve jî li gorî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn em ê di nav hewldanan de bin.”   HIQÛQA DIJMINATIYÊ TÊ SEPANDIN    Încîn, bi lêv kir ku li girtiyên nexweş hiqûqa dijminatiyê tê sepandin û wiha got: “Bi awayekî gelek vekirî li van mirovan hiqûqa dijminatiyê tê sepandin. Girtiyên nexweş bi temamî ji ber nasnameyên xwe yên etnik, fikrên xwe yên siyasî û bîrdozî rastî neheqiyê tên. Ji bo ku girtiyên nexweş zêdetir êşê nekişînin divê rapora ku nexweşxaneyek bide esas were girtin û ji bo xwe gihandina mafê tenduristiyê û tedawiyê divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.”   MA / Semra Tûran