‘Ocalan bi redkirina hevdîtina CPT’iyê re peyam da CPT û derve’ 2022-12-08 10:08:17   WAN - Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku helwesta CPT'yê ya ji bo Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha got: "Ocalan bi redkirina vê hevdîtinê re, helwesta CPT'yê rexne kiriye û peyamek daye derve. Ev peyam, divê rast bên xwendin."    Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Herî dawî Komîteya Pêşgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), ragihandibû ku di 20-29'ê Îlonê de serdana Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê kiriye. Buruya Hiqûqê ya Asrinê, di 29'ê Mijdarê de ragihandibû ku bihîstine ku Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye.    Parêzer Cemal Demîr têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'HELWESTA CPT'YÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN'   Demîr têkildarî serdana CPT'yê ya li Girtîgeha Îmraliyê anî ziman ku Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, 20 meh in xeber jê nayê girtin û got ku lewma diviyabû CPT têkildarî serdanê hin agahî belav bikirana. Demîr destnîşan kir ku nebleavkirina agahiyan ji aliyê CPT'yê ve, bêhihûqîtî ye û wiha got: "Helbet, armanca CPT'yê pêşî li îşkenceyê bigire. Sedema damezrandin û hebûna wê ev e. Lewma diviyabû CPT daxuyaniyekê bide. Lê ev ne kir. Bi vê re li dijî armanca xwe ya damezrandinê tevgeriya û rewabûna xwe daye ber lêpirsînê."    'NEQEBÛLKIRINA HEVDÎTINÊ PEYAMEK E JI BOD ERVE'   Demîr, helwesta Ocalan ku hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye nirxand û wiha got: "Buruya Hiqûqê ya Asrinê, daxuyand ku birêz Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye. Lê CPT, bereksê vê tiştek negot. Îmralî, girtîgeheke taybet e û birêz Ocalan bi awayekî mutleq tê tecrîdkirin. Bi taybetî di demên dawî de tecrîd girantir bûye. Birêz Ocalan bi vê helwesta xwe peyama 'nebin parçeyeke vê tecrîdê, rewşeke nayê qebûlkirin' daye. Ev awayekî protestokirinê ye. Ne pêkan e ku saziyeke wekî CPT'yê bi şert û mercên birêz Ocalan nizanibe. Ev mijar çûye ber destê hemû platformên navnetewyî û her kes pê dizane. Ocalan bi redkirina vê hevdîtinê re, helwesta CPT'yê rexne kiriye û peyamek daye derve. Ev peyam, divê rast bên xwendin."   'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'   Demîr destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê rê û rêbaz bên diyarkirin û wiha got: "Gel heya niha gelek caran tecrîda li ser birêz Ocalan şermezar kiriye. Lê rewşa heyî, rewşeke krîtîk e. Dibe ku daxuyaniyên Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn, Rojava, Başûrê Kurdistanê û Bakur hebin û ev dibe ku bibin rênîşander. Di vê pêvajoyê de fikirên birêz Ocalan pir girîng in. Lewma civak divê ji bo şikandina vê tecrîdê hîn bêtir mafê xwe yê çalakiyan li dar bixe. Me heya niha gelek caran dştiye ku bê fikirên birêz Ocalan ên der barê Rojhilata Navîn de çi qas rast in. Ji ber vê civak dixwaze bandora van fikiran bibîne. Ji bo vê jî şikandina tecrîdê pir girîng e."    Demîr ku got "tecrîd mirin e" destnîşan kir ku ji bo tecrîd bi awayekî mutleq bê şikandin hîn bêtir têkoşîn divê.    MA / Cengîz Ozbasar