'Ha Rojava ha Bakur ev êriş li dijî hemû kurdan e' 2022-12-08 09:04:18   AMED -  Amediyan bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava dan û wiha gotin: “Ha Rojava ha Bakur, tu cudahiya wan nîn e. Ew jî kurd in, em jî kurd in. Çawa ku zilmê li wan dikin, li me jî dikin. Armanca êrişên wan ew e ku kurd serê xwe ranekin.”   Dewleta tirk di şeva 19-20’ê mijdarê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrişên dewleta tirk 18 roj in didomin. Di encama van êrişên dewleta tirk de heta niha zarok û jin jî di nav de gelek welatiyên sivîl hatine qetilkirin. Her wiha dewleta tirk êrişê dibe ser nexweşxane, binesaziya herêmê, mizgeft û depoyên genim ên herêmê jî. Li gel vê qada navdewletî hê jî deng ji xwe neaniye.    Amediyan bertek nîşanî van êrişan dan û gotin ku ev êriş li hemberî hemû kurda ye.    Welatiyê bi navê Şerîf Kizil anî ziman ku tu cudahiya êrişên li dijî Rojava û Bakur nîn e û wiha bertek nîşanî êrişên dewleta tirk da: “Ew jî kurd in, em jî kurd in. Çawa ku zilmê li wan dikin, li me jî dikin. Armanca êrişên wan ew e ku kurd serê xwe ranekin. Ha Rojava, ha Rojhilat, ha Bakur, ha Başûr tu cudahî di nava wan de nîn e. Dibêjin bila kurd serê xwe ranekin. Lê divê gelê kurd rabe ser pêyan. Weke ku tê gotin, heke em nebin yek em ê herin yek bi yek.”   ‘DEMA MIJAR DIBE KURD HEMÛ DIBIN YEK’   Welatiyê bi navê Lokman Şanlî jî destnîşan kir ku armanca van êrişan destkêftiyên kurdan in û wiha pê dê çû: “Partiyên muxalîf jî piştgirî dan van êrişan. Dema mijar dibe kurd, hemû dibin yek. Dema êrişek li dijî kurdan bê destpêkirin partiyên ku ji xwe re dibêjin muxalîf amade ne ku piştgirî bidin desthilatê. Nabêjin krîza aborî û aloziyên civakî, ew jî weke desthilatê tevdigerin. Ecevît jî digot, 'heke kurd li asîmanan jî bibin xwedî statû, em qebûl nakin.' Pîştî wî kî bû desthilat ew polîtika berdewam kir. Anku ew êriş girêdayî polîtikayên dewletê ne. Dixwazin kurd azad nebin. Armanca êrişên niha ên li dijî Rojava jî ev e. Lê divê li dijî vê yekê yekitiya kurdan hebe, divê em bibin yek.”   ‘ARMANC DAGIRKIRINA ROJAVA YE’   Welatiyê bi navê Mehmet Pektaş jî bal kişand ser teqîna li Taksîma Stenbolê ku Tirkiyeyê ew ji xwe re kir hincet û êriş bir Rojava û wiha axivî: “Bombe di destê wan de teqiya, wan bi xwe kir. Armanca wan dagirkirina Rojava û destkêftiyên kurdan in. Ez van êrişan şermezar dikim. Budçeya heyî jî didin şer. Sedema krîza aborî jî ew polîtîkayên şer in. Niha em nikarin nanekî jî bibin mala xwe. Lê tu cudahiya CHP'ê, partiyên muxalîf û desthilatê tune ye. Li dijî kurdan hemû dibin yek. Niha destûreke bingehîn a nû amade dikin, di wir de jî kurd tune ne. Tenê em dikarin bitêkoşin, ji bilî vê tiştek nîn e.”   ‘DIXWAZIN KURDAN TUNE BIKIN’   Welatiyê bi navê Kutbettîn Porsuk jî bi lêv kir ku hemû budçeya heyî ji şer re tê veqetandin û ev tişt anîn ziman: “Sedema krîza aborî, ev şerê qirêj e. Bi qesdî budçeya dewletê ji şer re vediqetînin. Heke şer tune be, mirov jî ewqas nakevin tengasiyê û neçar namînin. Ew dibêjin em dê bi şer wan însanan biqedînin lê bi şer nikarin biqedînin. Hemû êrişa wan li dijî peyva ‘K’ ye. Lê dê nekaribin biqedînin.”   Welatiyê bi navê Mehmet jî diyar kir ku ew li dijî şer in û wiha bi dawî kir: "Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Sedema êrişan diyar e. Dev jî êrişên li kurdan bernadin.  Bi van êrişan dixwazin kurdan tune bikin.”