ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-08 09:00:12     * Darên li geliyên kûr ên Çiyayê Gabarê, bi rengên xwe yên payizî zivistanê pêşwazî kirin.    * Amediyan bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê dan û gotin: “Ha Rojava ha Bakur, tu cudahiya wan nîn e. Ew jî kurd in, em jî kurd in. Çawa ku zilmê li wan dikin, li me jî dikin. Armanca êrişên wan ew e ku kurd serê xwe ranekin.”   * Girtiyê nexweş Şaban Kaygûsûz ku dest û lingekî tune ne, ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya ATK'ê nayê berdan.    * Zahîde Kiliçoglû, dayika girtî Dilxwaz Kiliçoglû, têkildarê grêvên birçîbûnê got: “Bila zarokên me ji hucreyên yekkesî de derxînin û xwestekên zarokên me pêk bînin. Em dixwazin zarokên me bibin cem hev. Êdî bes e. Bila dengê me bibihîsin.”   * Di êrişên Tirkiyeyê de yên li Zap, Avaşîn ve Metînayê ku 7 meh li dû xwe hiştin, her diçe hejmara leşkerên mirî zêde dibe. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê navê 78 leşkeran eşkere kir, lê HPG'ê jî diyar kir ku heya niha 2 hezar û 544 leşker mirine.    * Parêzer Cemal Kaya diyar kir ku helwesta CPT'yê ya ji bo Îmraliyê nayê qebûlkirin û wiha got: "Ocalan bi redkirina vê hevdîtinê re, helwesta CPT'yê rexne kiriye û peyamek daye derve. Ev peyam, divê rast bên xwendin."    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dê di roja 640’an de berdewam bike.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin wê bidomin. (11.00-15.00) ZINDÎ   * Hevserokê KCD’ê û Hevserokên DBP’ê wê li Îdir û navçeyên wê têkildarî pêvajoyê bi gel re bicivin. (11.00-17.00)     * Piştevaniya Zanîngeha Stenbolê wê têkildarî êrişa nijadperest a li dijî xwendekaran li Şaxa ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDΠ   * Komeleya Çavdêriyê ya Koçê têkildarî endamên xwe yên girtî wê li avahiya xwe ya li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Odeya Bijîşkan a Amedê wê têkildarî girtina Seroka Konseya Navenda TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci dê li avahiya odeya xwe nobetê bigire. (17.30-19.00)