Parlamenterê HDP'ê Taşçier: Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin 2022-12-01 09:07:23   AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier der barê êrişên dewleta tirk de ên li dijî Rojavayê destnîşan kir ku sedema êrişan tunekirina destkeftiyên kurdan in û got: “Kurd û gelên din li wir xweseriya xwe ava kirin. Dewleta Tirkiye jî dixwaze vê statuyê hilweşîne. Divê hemû aştîxwaz li dijî vî şerî rabin.”   Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 12 roj li pey xwe hiştin. Ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welêt li dijî şer bertekên tund berdewam dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyandibû ku dewleta tirk nexweşxane û xwaringehan bombe dike û sûcên şer dike. Lê tevî daxuyaniya Rêveberiya Xweser û dimênên belav bûne jî qada navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng e. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî çend roj berê di daxuyaniya xwe de nîşan da bû ku êrişên dewleta tirk dê bi awayekî berfireh bidomin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier der barê êrişên dewleta tirk de ji ajansa me re axivî.   Îmam Taşçier bi lêv kir ku armanca Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan in û wiha axivî: “Kurd û gelên din li wir xweseriya xwe ava kirin. Dewleta Tirkiye jî dixwaze vê statuyê hilweşîne. Dema DAÎŞ derket, bi taybetî êrişî kurdan kir. Ew jî nîşan dide ku planeke qirêj li ser axa kurdan tê meşandin. Ji şerê cihanê yê yekemîn heta niha li ser axa Kurdistanê şerek heye, dixwazin kurd li ser axa xwe bi awayekî azad nejîn. Çend sal berê dema Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir, dîsa li Tirkiyeyê heman lîstik hatin lîstin. Wê demê MÎT'a Tirkiyeyê got, 'em dikarin biçin Rojavayê, ji wî aliyî ve bombeyekê biavêjin û êrişî Rojavayê bikin. Îro heman tişt kirin. Li Îstiklalê bombeyek teqiya. Tevî ku kes lê xwedî derneket û jina ku ew bombe li wir danî 3 birayên wê di nava DAÎŞ’ê de hatine kuştin û birayekî wê di nava OSO'yê de fermandar e jî, ji xwe re teqîna Îstîklalê kirin hincet û êrişî Rojavayê kirin. Desthilata AKP-MHP'ê her tim dibêjin em dê êrişî Rojavayê bikin, niha Rojava jî di nava sînorên Suriyeyê de ye, dewleta Tirkiyeyê bi vê êrişê axa Suriyeyê jî dagir dike. Çawa ku Efrîn dagir kir, niha jî dixwaze Koban û Minbicê dagir bik. Li wir jî kurd dijîn.”   ‘KURD NÊZÎKÎ STATUYE NE’   Taşçier bal kişand ser gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî ku gotibû, "Ew der ne cihê kurdan e, lê yê ereban e, ji ber ku wir çol e" û wiha pê dê çû: “Yanî xwe ew qas desthilat dibînin ku dibêje kî li ku derê dikare bijî, divê ez diyar bikim. Sedema wan êrişên ku niha li Rojavayê tên kirin, ew e ku kurd li ser axa xwe bi awayekî azad nejîn û nebin xwedî statu. Heke kurd li Antarktîkayê bin jî û li wir statuyekö ava bikin, dê AKP-MHP êriş bike. Yanî dijmanatiyeke wisa li ser kurdan heye. Desthilatdariya Tirkiyeyê ji kurdan re dibeje yan  hûn ê têkevin bin destê min an jî ji we re jiyan tune ye. Lê li her çar aliyên Kurdistanê jî kurd ji nêzî statuyê ne. Bawerim di demeke nêz de kurd ê li ser axa xwe xwedî statu bin û dê xweser bin.”   ‘NÎJADPERESTIYA LI DIJÎ KURDBÛNE YE’   Taşçier têkildarî bêdengbûna partiyên muxalif jî wekî "nîjadperesetiya li dijî kurdbûnê" pênasekir û ev tişt gotin: “Ji bilî HDP û tifaqên HDP'ê hemû partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalif in piştgirî dan desthilatdariya AKP-MHP'ê, hemû jî alîgirên vê êrişê ne. Fikir û ramanên wan jî wekî yên AKP-MHP'ê ne. Dema mijar dibe kurd, ji bilî tifaqên HDP'ê hemû partiyên ku ji xwe re dibêjin em muxalif in bi AKP-MHP'ê re dibin yek. Ne tenê îro  ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha ev wisa ye. 6 sal berê dema li dijî HDP'ê êriş hat destpêkirin û fezlekeyên me anîn meclîsê hemû muxalefetê ji bo AKP-MHP'ê deng da. Ew jî girêdayî nîjadperestiya li dijî kurdbûnê ye. Daxwaza kurdan ew e ku li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn û hemû neteweyan çi mafê wan hebin, heman mafan dixwazin. Lê ew jî dibêjin tu mafê we tune ye, divê em wê bi rê ve bibin."   BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ   Di berdewama axaftina xwe de Taşçier der barê bombekirina nexweşxaneyên Rojavayê de jî anî ziman ku ev li dijî hiqûqê ye û bêdengbûna qada navneteweyî wiha rexne kir: “Dewletên navneteweyî li gorî hêzê alikariya dewletan dikin. Îro di şer de ku li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê tê meşandin çekên ku li gorî zagonên navneteweyî qedexe ne tên bikaranîn, sûcên şer tên kirin; wekî nexweşxane, depoyên xwarinê tên bombekirin. Lê qada navneteweyî bêdeng e. ABD û Rûsya jî li Rojavayê ne, lê ew jî li dijî vê yekê bedeng in. Divê li dijî vî şerê li dijî hiqûqê derketana, lê heta kurd li ser axa xwe xweser nebin qada navneteweyî dê li dijî wan sûcan bêdeng be. Li ku şer hebe, em li dij radibin. Bi milyonan kes di şerê Ukrayna û Rûsyayê de perîşan bûn, şer ji bo sivîlan perîşanbûn e. Ji ber wê em wekî HDP'ê li ser rûyê dinayayê û Kurdistanê li dijî şer in. Lê heke şer hebe jî divê sivîl neyên qetilkirin, çekên ku di dinyayê de hatine qedexekirin neyên bikaranîn. Lê heke hat bikaranîn jî divê dewletên ku ew çek qedexekirin e hesab bipirsin.”   ‘DIVÊ HEMÛ SAZÎ LI DIJÎ ŞER DERKEVIN’   Di dawiya axaftina xwe de Taşçier anî ziman ku divê kurd li dijî şer bi yekitî û yekrêzî tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:  Kurd li ku dijîn bila bijîn divê li dijî şer yek bin. Heke kurd yekîtiya xwe ava bikin, dinya jî dê ji kurdan re rêzê bigire. Heke yekîtiya kurdan tune be êriş jî dê li ser axa kurdan her tim hebin. Divê hemû saziyên civakî, saziyên aştîxwaz li dijî şer dengê xwe bilind bikin û bi hev re bi awayekî rexistinî li dijî vî şerî rabin. Şebnem Korûr Fîncanci çawa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabû hat girtin û niha di zindanê de ye. Divê hemû kes li dijî şer rabe. Divê nebêjin ew şer li wir derketiya, ji min re çi ji ber ku heke şer îro wir bişewitîne sibê dê were vir. Ew şer ji aliyê aborî û demokrasiyê bandor li ser gelên Tirkiyeyê dike. Lewma divê aştîxwazên Tirkiyeyê, saziyên Tirkiyeyê û hemû cihanê li dijî şer rabin."   MA /Mahmût Altintaş