Dûrxistina ji wezîfeyê ya mamosteyan şermezar kirin 2022-11-30 23:00:33   AMED –Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed, dûrxistina ji wezîfeyê ya perwerdekaran şermezar kir û got: "Em sere xwe li ber AKP'ê natewînin.”    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, di 21 Mijdarê de xwestibû ku têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdîstanê li Qada Şêx seîd a Amedê daxuyaniyê bide. Lê polîsan girseyê dorpêç kiribû û 47 kesan binçav kiribûn. Ji kesên hatibûn binçavkirin hin kes piştî 2 rojan û hin kes jî piştî 4 rojan hatibûn berdan. Piştî hatibûn berdan 5 mamoste ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniyekê dûrxistina ji wezîfeyê ya perwerdekaran şermezar kir. Li ser navê platformê Hevserokê  Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken metna daxuyaniyê xwend.    Guldîken wiha got: "Ji aliyekî krîza aborî û ji aliyekî ve jî binpêkirina mafan her diçe zêdetir dibin. Xwezayê pêşkêşî sermayedaran dikin û xwezayê wêran dikin. Ji bo berjewendiyên xwe dixwazin civakê çavtirsandî bikin. Lê li gel ev qas binpêkirinan jî civak li ber xwe dide. Desthilat dixwaze civakê neçar bihêle da ku serî li ber bitewîne."   Guldîken di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Lê em hemû beşên muxalefeta civakî, bi taybetî jî raya giştî ya demokratîk, em ê her li dijî vê desthilatê deng derxînin û em ê li dijî qirêjiyê wê rabin. Dê têkoşîna me bidome."