Xizmên girtiyan: Bila tecrîd bê rakirin, hevdîtin bi Ocalan re bê kirin 2022-11-30 18:40:21   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ku li Îzmîrê Nobeda Edaletê didomînin, bal kişandin ser rol û rista Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û xwestin ku tecrîd bê rakirin û hevdîtin dest pê bikin.    Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan, di roja 144'an de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê girtin. Di çalakiyê de pêşmalkên li ser wan "Deng bidin zindan" û "Azadî ji bo girtiyên nexweş" nivîsandî hatin lixwekirin û dirûşmeyên "Ji şer re na, aştî niha" û "Bijî berxwedana zinandanan" hatin berzkirin. Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyaka Îzmîrê jî piştgiriya xizmên girtiyan kirin.   Hanim Sever, dayika girtî Medet Sever a di Girtîgeha Bandirma ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de, bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Severê wiha got: "Her kesî çav û guhên xwe girtiye. Êdî sebra me dayikan nemaye. Em li tu derî şer naxwazin. Em naxwazin cenaze jig irtîgehan derkevin. Ne esker ne jî zarokên me em mirina tu kesî naxwazin. Bila tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan."    Severê xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û pêşî li ber hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re bê vekirin û wiha got: "Abdullah Ocalan dikare pêşî li ber şer bigire. Kurdistan, warê kurdan e. Lê dibêjin 'li wir kurd tune ne.' Xwîna kurdan hat rijandin, hê jî dirije. Êdî bila aştî çêbibe û bes xwîn birije. Demildest divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin."