Hemû binçavkiriyên li Manîsayê hatin berdan 2022-11-30 16:29:40   MANÎSA - 17 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Di 28’ê mijdarê de 17 kesên ku rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de li Manîsayê di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Fatmanûr Bûdak, Evrîm Aldanmaz, Pinar Çetîn û 4 kesên ku navên wan nehatin zanîn duh piştî îfadeyên wan ên miduriyeta polîsan hatin berdan. Seher Gunay, Sûltan Aydin, Fadîle Gokturk, Evîn Gunsel, Kadriye Karagoz, Îbrahîm Halîl Mûngan, Firat Daşkin, Emrah Sonmez, Melek Vûral û Ersîn Gul jî piştî îfadeyên dozgeriyê ji aliyê dadgeha ku jê re hatin şandin ve hatin berdan. Hate hînbûn ku ji kesên hatine binçavkirin re tev li bûna wan a Newroza 2022’yan û parvekirinên wan ên medyaya dîjîtal hatine pirsîn.