Alîgirên Amedsporê dê êdî navê ‘Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê’ bikar bînin 2022-11-30 12:43:17   AMED - Alîgirên Amedsporê ragihandin ku ew ê êdî ji niha şûn ve navê “Stadyuma Diyarbakirê” wek “Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê” bînin ziman.    Koma alîgirên Amedsporê Barîkat ragihandin ku ew ê ji niha şûn ve navê “Stadyûma Diyarbakirê” wek “Stadyûma Tahîr Elçî ya Amedê” bînin ziman. Barîkat di hesabê xwe yê medya civakî de da xuyakirin ku ew navê stada xwedî kapasîteya 33 hezar kesî bi awayek fîlî diguherînin û wiha got: “Em wek Barîkat û Mor Barîkat ji îro şûn ve navê stada me ya heyî ku wek Stada Diyarbakirê tê nasîn, em ê wek Stada Tahîr Elçî ya Amedê bikar bînin û em dixwazin viya ji alîgirên mezin ên Amedsporê re ragihînin.”