Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin 2022-11-30 12:05:16   ERZIROM - Muhammed Fadil Kamiş ê li dijî pêkanînên keyfî yên li Girtîgeha Dûmlûyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hate kirin.    Muhammed Fadullah Kamiş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Dûmlû ya Erziromê dihat ragirtin, ji ber li dijî pêkanînên keyfî yên rêveberiya girtîgehê di çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger de cih digirt sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hate kirin. Li gorî agahiyên ji malbata Kamiş hatin bidestxistin, rêveberiya girtîgehê beriya ku Kamiş sewq bike, bi wî re hevdîtin kiriye û gefa ku çalakiya xwe bi dawî bike lê xwariye. Hate hînbûn ku Kamiş ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê domand ewilî xistine odeya bisunger, pişt re jî di saetên serê sibê de jî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan hatiye kirin.    ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERDEWAM DIKE   Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Dûmlûyê tên ragirtin ji 2’yê mijdarê ve li dijî pêkanînên keyfî yên li girtîgehê diqewimin bi komên ji 5 kesan pêk tên, di çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan a bidem û bidorveger de ne. Girtî dixwazin ku pergala tecrîdê, xistina girtiyan a hucreyên yekkesî, têlkirina mazgalên qawişan, destûr nedayîna girtiyan a bi hev re aktîvîteyan bikin, nêzîkatiyên gartiyanan ên rûmeta mirovan dişikînin a li dijî girtiyan bên bidawîkirin.