Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin 2022-11-30 11:37:04     MÊRSÎN - Li Mêrsînê di encama serdegirtina malekê de 2 kes hatin binçavkirin.    Li Taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mêrsînê polîsan bi şev bi ser malekê de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê kesên bi navê N.E. û O.A. binçavkirin.    Hate diyarkirin ku N.E. û O.A. yên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin, li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin.