Îdianameya Fîncanci: Dozger pisporiya Fîncanci ji nedîtî ve hatiye 2022-11-30 11:06:51   ENQERE - Nirxandinên Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci a derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ku weke Pispora Tiba Edlî di îdinameyê de wek “sifata wê bi pisporiya tiba edlî re nelihev e.”    Serokê Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên wê yên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî endamên HPG’ê di 27’ê cotmehê de hatibû girtin. Hûrguliyên di îdianameya derbarê Fincanci de hatiye amadekirin, balê dikişînins er xwe. Îdianame bi îdiaya “propaganda rêxistinê” ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye amadekirin. Di îdianameyê de balê dikişîne ser xwe hatiye gotin Fîncanci beşdarî weşana zindî ya Medya Haber Tv bûye û ev weşan di çarçoveya “dibe ku ev bültene nûçeyan a sereke bigihîje girseyên pir berfireh” hatiye pênasekirin. Di îdianameyê de 5 caran hatiye destnîşankirin ku Medya Haber televîzyonek navnetewî ye ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî weşandiye.    ‘WEZÎFEYA TTB’Ê BÛYE MIJARA SÛC    Di îdianameyê de wezîfeya Fîncanci ku di bernameyê de wek “Seroka Konseya Navendîya Yekitiya Tabîbên Tirk” hatiye dayîn jî wek sûc hatiye dayîn. Ji berk u Fîncanci beşdarî Medya Haber TV bûye wezîfeya wê wek sûc hatiye dîtin û hatiye îdiakirin ku Fîncanci xwestiye “sûcê xwe bi rêya çapemeniyê” ragihîne.    BERGUHK JÎ KIRINE SÛC    Ji ber ku Fîncanci di kêliya beşdarî Medya Haber TV bûye bi berguhk axivî ye ev yek jî wek delîlê sûc hatiye dîtin. Her wiha Fîncanci bi sifata xwe ya Pispora Tiba Edlî beşdarî televîzyonê bûye û nirxandinan kiriye lê pisporiya wê wek “sifata wê bi pisporiya tiba edlî re lihev nayê” hatiye pênasekirin.    BANGA LÊKOLÎNÊ WEK NAKOKÎ HATIYE DÎTIHN   Her wiha nirxandina Fincanci ya li ser dîmenên ku derbarê bikaranîna madeyên kîmyewî de derketine holê ku "Gazên jehrî, kîmyewî, jehrî hatine bikaranîn" û divê ev tesbît di çarçoveya Protokola Minnesota de li cihê bûyerê bê lêkolînkirin, li îdianameyê hatiye zêdekirin. Ev yek wek nirxandinek binakokî li îdianameyê hatiye barkirin. "Banga lêpirsînê" ya Fîncanci jî wekî îfadeya ji sûcê "propagandaya rêxistinê" xilas bibe wek beyan hatiye qeydkirin.    DÎMEN NE ZINDÎ YE!   Di îdianameyê de hatiye îdiakirin ku nayê zanîn dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê kî ve hatiye girtin, ne zindî ye û nabe delîlek têrkirî.    Îdianame bi daxwaza 7 sal û nîv cezayê hefsê derbarê Fîncanci de hat amadekirin û ev dozname ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Pişt re dadgehê biryara bêrayeyê da û dosyeyê şand Stenbolê. Piştî nirxandina li ser îdianameyê dê dîroka danişînê diyar bibe.    MA / Firat Can Arslan