Dêra Geramonê bûye sergo! 2022-11-27 09:07:27   ŞIRNEX - Dêra Geramonê ya suryanan a li Qilebanê ku nêzî sînorê başûrê Kurdistanê ye, ji ber xemsariya rayedaran bûye sergo.    Dêra Geramonê ya li gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê ku piştî suryanên li herêmê ji bêgavî koç kirine, bêxwedî maye. Dêra Geramonê ku heya demekê wekî axur hatiye bikaranîn, niha jî bûye sergoyê gundiyan. Çendî dêr xwedî dîrokeke kevnar e jî, mixabin heya niha nehatiye parastin.    Dêr ji hêla bakur ber bi başûr ve hatiye avakirin. Li ber başûrê dêrê meydanek, li rojavayê wê baxçeyek û li rojhilatê wê jî jî rêyek heye. Di heman demê de dêr bi mîmariya xwe û meziniya xwe jî balê dikşîne. Her wiha hat ragihandin ku gundiyan ji bo parastina wê serlêdan kirine, lê serlêdanên wan esas nehatine girtin.    Tê gotin ku nêzî 95 sal berê gava suryanên li herêmê ji bêgavî koç kirine, her çûye dêr wêran bûye.