Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin 2022-11-26 17:57:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk hêzê didin DAIŞ’ê û wiha got: “Em li dijî êrişan amade ne, em ê bi awayekî tund li ber xwe bidin.” Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, ji bo êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne li ser zoomê civîna çapemeniyê li dar xist. Mazlûm Ebdî yê têkildarî êrişên dewleta tirk di 20’ê mijdarê de axivî wiha got: “Amerîkayê bi rêya Brett McGurk bi awayekî fermî ji me re ragihand ku li dijî operasyonê ne. Divê helwesta Amerîkayê xurttir bibe ku îhtîmala êrişê neye rojevê.” GEFA LI SER KOBANÊ Ebdî yê ku jê pirsa dê dewleta tirk êrişî Kobanê ya di têkoşîna bi DAIŞ’ê re bû sembol bike hate pirsîn, ev bersiv da: “Amerîka jî Rûsya jî li dijî erişa li Kobanê ne. Em li dijî êrişan amade ne, em bi awayekî tund li ber xwe bidin.” Ebdî, anî ziman ku nafikire ku têkildarî êrişan di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk de hevkariyek heye û wiha berdewam kir: “Em dibêjin ku dema êrişek pêk hat divê HSD û artêşa Sûriyeyê bi hev re li dijî wan derkevin û em hêvî dikin ku wisa bibe.” HELWESTA WELATÊN EREB Ebdî, diyar kir ku heta niha ji welatên ereban li dijî êrişên dewleta tirk helwesteke cidî nedîtin, helwesta wan qels dibînin û wiha pê de çû: “Spasiya Misrê ku êrişên dewleta tirk şermezar kirin dikin. Em naxwazin bi Tirkiyeyê re şer bikin, dixwazin pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin lê wiha berdewam bike wê li qadeke berfireh şer pêk bê. Heta niha bi dewleta tirk re li ser axa Sûriyeyê şer pêk hat lê dagirkirinek pêk were wê şer belavî herêmên Tirkiyeyê yên li ser sînorê Sûriyeyê jî bibe.” ÊRIŞ LI DIJÎ HEMÛ KURDAN E Ebdî, destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk yekitiya kurdan jî dike armanc û wiha lê zêde kir: “Êrişên dewleta tirk li dijî hemû kurdan e. Bazirganiya di navbera me û Herêma Kurdistanê de niha ji deriyên sînor berdewam dike. Em hêvî dikin ku ev bazirganî ji ber êrişan ne rawestin.” ‘DAIŞ XWE JI ÊRIŞAN RE AMADE DIKE’ Ebdî, diyar kir ku êriş wê DAIŞ’ê bi hêz bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke dewleta tirk êriş bike wê DAIŞ bi hêz bibe û wê girtiyên DAIŞ’î birevin. Agahiyên îstîxbaratî ku dê DAIŞ di dema êrişên dewleta tirk de êriş bike gihiştin ber destê me.”