Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an 2022-11-26 17:07:45   AMED - Polîsan di saetên serê sibê de li Amed û navçeyên wê yên Sûr, Peyas, Farqîn, Erxenî û Bismilê bi ser gelek malan de girtin û herî kêm 40 welatî binçav kirin.    Li Amedê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtibûn û herî kem 30 welatî binçav kiribûn. Hate hînbûn ku hejmara kesên bi serdegirtinên malan ên li navçeyên Sûr, Peyas, Farqîn, Erxenî û Bismilê hatine binçavkirin derket 40’an. Hate diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir jî bibe. Tê fikirîn ku bi sedemê 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK’ê welatî hatine binçavkirin.   Navên hin welatiyên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Abdulganî Ozalp, Mehmet Mehî Bîçîm, Jiyan Kamîloglû, Abdûllah Arşîmet, Kerem Ezer, Mizbeh Munur, Mahsum Karakoç, Pinar Memîş, Eyup Hakîmoglu, Mervan Tekreç, Nevzat Menguç, Ozan Sehat Dogrucu , Abbas Nakçî, Sara Erol, Yasîn Kalkan, Gulbahçe Pervane, Tacettîn Araz, Kiymet Yıldız, Şerzan Jiyan Pehlîvan, Hasan Ûymak, Muslume kalkan,  Şahîn Guneş, Mesût Ektî, Mehmet Bal, Nûrettîn Taş, Mehmet Taşkesen, Dîlan Dag û zarokê bi navê B. Çelîk.”   Zarokê 17 salî yê bi navê B. Çelîk di 19’ê mijdarê de li Taxa Dîclekent a girêdayê navçeya Peyasê ya Amedê bi serdegirtina malê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan hatibû berdan.