Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin 2022-11-26 15:43:30   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser rewşa 37 jinên girtî yên nexweş.   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 429'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî, bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş. Daxuyanî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê hat lidarxistin û pankarta "Dermankirin maf e, nayê astengkirin, girtiyên nexweş divê bên berdan" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen mafê axivî û binpêkirinên mafan ên jinên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin vegot.   DAXWAZA BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Çevîrmen anî ziman ku jin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û hemû mafên girtiyên jin hatine astengkirin. Çevîrmen da zanîn ku derbarê wan wezîfedarên dewletê ku astengî û tundiyê derdixin de tu ceza nayê sepandin û naxin ber lêpirsînê. Çevîrmen diyar kir ku li girtîgehên li herêma Anatoliya Navîn 37 girtiyên nexweş ên jin hene û agahiyên derbarê wan de parve kir û got her ku diçe rewşa van girtiyên jin ên nexweş dijwartir dibe. Çevîrmen destnîşan kir ku divê tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û lazim e girtiyên nexweş ên rewşa wan dijwar demildest bên berdan.