Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn 2022-11-26 14:28:36   AMED - Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Bismila Amedê pêk hat de 3 jê giran 35 kes birîndar bûn.   Di qezaya ku li ser rêya navçeya Bismilê ya Amedê otobusa rêwiyan a ji kontrolê derketibû wergeriya, 3 jê giran 35 kes birîndar bûn. Qeza li texma gundê Hêlînê yê Bismilê de pêk hat. Hat îddîakirin ku ajokarê otobusa ku ji Sêrtê rêwiyan dibir Yalovayê, dema ku xewstiye ji bo li wesayiteke din nekeve manevrayê kontrola xwe winda kiriye. Otobus li kêleka rê wergeriya. Di encama agahî hat dayîn de gelek ekîbên tenduristiyê, agirkuj, cendirme û AFAD'ê sewqî herêmê hatin kirin. 3 j