ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-26 09:00:16 *  Riya ku di navbera çiyayan de mîna marekî dilife li pey xwe dihêlim û di deşteke bi rengên payizê xemilîye de derbas dibim, dikevime Xoyê. Piştî li vî bajarê ku gelheya wê nêzî 500 hezarî ye digerim, derbasî Ûrmiyeyê dibim. Kesên bi wan re diaxifim dibêjin ku gel ji rejima Îranê pir kişandiye. * Pêzaniyê ku ji ber bîranîna KOmkujiya Pirsûsê der heqê 17 ciwanan de rapor amade kir, şideta polîsan ji nedîtî ve hatiye û gotiye, "Nediyar e ku kî li kê xistiye û lê tê dîtin ku her kes li hev dixe."    * Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bilêv kir ku şideta li hemberî jinê ne derî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û xwest ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.    * Hunermendê NÇM'ê Engîn Cengîz diyar kir ku desthilat bi mîhrîcanên li dar dixe, dixwaze li Kurdistanê tiştên anîne serê gel bide jibîrkirin û got ku bi qedexekirina konserên kurdî asîmlasyonê tê domandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 628'emîn de berdewam bike.    * Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi sermijara “"Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan"” dê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê komxebatek bê lidarxistin. (09.30-15.00)     * Meclisa Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi sermijara “Di kapîtalîzmê e kedxwariya jinan” dê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê bê lidarxistin. (09.30-15.00)      * Çalakiya Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê ya dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li Amed û Êlihê berdewam bike. (12.00)      * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 922’yemîn de çalakiya li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên bên darizandin li ser înternetê li dar bixe. (12.00)       * Şaxên ÎHD’ê yên Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên heftane li dar bixin. (13.00)