Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive 2022-11-25 16:20:26   ENQERE - Bi gotina “cezayê te yê muebbetê heye” nehiştin Zerrîn Yilmaz a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi dayika xwe ya nexweş re bi telefonê bi dîmen biaxive.    Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi gotina “cezayê te yê muebbetê heye” nehişt Zerrîn Yilmaz a li heman girtîgehê tê ragirtin, bi dayika xwe ya nexweş a ji ber penceşêrê tê dermankirin re bi telefonê bi dîmen biaxive.    XWEST CARA DAWÎ BI DAYIKA XWE RE BIAXIVE   Li gorî agahiyên me ji parêzeran bi dest xistin; Yilmaz a dema 22 salî hatiye girtin û demekî dirêje di girtîgehê de tê ragirtin xwestiye cara dawî bi dayika xwe ya li derveyî welat re bi dîmen biaxive û serî li rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê daye. Rêveberiya girtîgehê jî bersiv daye ku piştî raporên nexweşxaneyê wê serlêdanê binirxînin. Hate hînbûn ku rêveberiya girtîgehê jî tevî raporên hatin jî wiha gotiye: “Tu girtiya cezayê muebbetê ya girankirî yî, ji ber vê yekê em nikarin mafê axaftina bi dîmen bidin te.”